Doza Kobaniyê: Daxwaza berdana Demîrtaş û 17 girtiyên din hat redkirin

17-04-2024
RÛDAW
Nîşan Doza Kobaniyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê di Doza Kobaniyê de daxwaza berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş û 17 siyasetmedarên din ên girtî red kir.

Li 22yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê rûniştina Doza Kobaniyê hat kirin.

Di doza Hevserokên berê yên HDPyê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag ligel 108 endamên HDPyê û siyasetmedaran tên darizandin ku ew jî di nav de 18 ji wan girtî ne.

13 siyasetmedarên girtî ku Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel, Ayla Akta Ata û Fîgen Yuksekdag jî di nav wan de bûn beşdarî rûniştina dozê nebûn.

Di dozê de hat xwestin ku Demîrtaş û siyasetmedarên girtî werin berdan lê dadgehê di lêkolîna girtîbûnê ya dozê de bi gumana “revê” ew daxwaz red kir.

Herwiha rakirina kontrolên edlî yên her 18 siyasetmedarên girtî jî hat redkirin û biryar hat dayîn ku rewşa wan a girtîbûnê berdewam be.

Rûniştina dozê jî ji bo wergirtina axaftinên dawî, hikm û cezayê dozê taloqî 16ê Gulana 2024an hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst