Nîqaşa sîstema parlamenteriyê germtir bû: ‘Nikare bêje veger nîne!’

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 31ê Adarê ku mixalefet bi ser ket nîqaşên vegera sîstema parlamenteriyê dest pê kirin.

Serokê CHPyê ku di hilbijartinên 31ê Adarê de partiya yekem bû daxwaza vegera sîstema hikûmeta parlamenteriyê kir û diyar kir ku divê desthilata parlamentoyê were zêdekirin.

Hevseroka DEM Partiyê jî destnîşan kir ku li gorî encamên hilbijartinan wateya rejîm, sîstem û otorîteriya niha nemaye.

Serokkomarê Tirkiyeyê jî da zanîn ku li Tirkiyeyê gotûbêja li ser vegerandina sîstema parlamenteriyê bi dawî bûye û careke din nayê kirin.

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 31ê Adarê, nexşeya siyasî guherî û opozîsyon li ser asta şaredariyan ket pêşiya desthilatê.

Piştî vê yekê gotûbêja li ser guhertina sîstema îdarî ji serokatiyê ji bo parlamenteriyê jî dest pê kir.

“Nikare bêje ji sîstema hikûmetê veger nîne”

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser mijarê got:

“Birêz Kurtulmuş dibêje vegera ji sîstema hikûmetê nîne. Ev kar, ev gotin tê gotin? Ev gotin ji te re yan ji kesekî din re ma, kî dikare bêje?

Vê gotinê kî dikare bêje, ew generalên ku dema darbeyê plana darbeyê dikin û em her wext li dijî wan in, dikarin bêjin.

Dê bêjin tank li vê derê ye paş de veger nîne. Li parlamentoyê kesekî ku hêza xwe ji parlamentoyê werdigire û li ser postekî bêalî rûniştibe nikare bêje ji sîstema hikûmetê veger nîne.”

Hevseroka DEM Partiyê jî da zanîn ku li gorî encamên hilbijartinê wateya rejîm, sîstem û otorîteriya niha nemaye.

“Êdî rêyeke biçe nemaye”

Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullariyê jî anî ziman:

“Di van hilbijartinan de bi taybetî ji bo hevbeşiya AKP û MHPyê tevî hemû derfetên dewletê û hemû sextekariyên ku hatin kirin encameke wisa nîşanî me dide ku êdî rêyeke vê rejîm, sîstem û otorîteriyê ku biçe nemaye.”

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partiyê jî bi tûndî daxwazên opozîsyonê red kirin û diyar kir ku li Tirkiyeyê nîqaşên vegera sîstema parlameteriyê bi dawî bûne û careke din nayê kirin.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got:

“Tirkiyeyê bi referandûma 16ê Nîsanê nîqaşeke 200 salî bi dawî kir û bijardeya xwe ya modela rêveberiyê ji bo sîstema hikûmetê ya serokkomariyê bi kar anî.

Referandûma 16ê Nîsanê wekî şoreşeke herî mezin a îradeya neteweyî ya dîroka me ya siyasî ya heyama modern, di tekoşîna me ya demokrasiyê de cihê xwe girtiye.

Bi hilbijartinên 14 û 28ê Gulanê jî nîqaşên vegera sîstema parlameteriyê bi awayekî ku careke din neyên vekirin ji aliyê gelê me ve hatiye girtin.”

Li Tirkiyeyê piştî hilbijartinên 31ê Adarê ku partiya desthilatê AK Partî bû partiya duyem, çavê raya giştî û partiyên siyasî li ser gavên desthilatê ne.

Gavên ber bi demokrasiyê ve tên avêtin an otorîterî zêde dibe, ew jî dê di demên pêş de diyar bibe.