Du dûpişk xwarin û mir

17-04-2024
Nîşan Qeyserî Dûpişk Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Qeyseriyê ya Tirkiyeyê Bîlal Yîgîtê 56 salî du dûpişk xwarin û mir.

Li gorî agahiyan, Bîlal Yîgît li Qeyseriyê du dûpişk xwarine û ji bo ku here bajarê Artvînê li otobusê siwar bûye.

Dema otobus gihaye Samsunê Bîlal Yîgît di nava otobusê de bêhal ketiye.

Xelkê ew rakiriye nexweşxaneyê û wî gotiye, “Ji bo ez li gundê xwe bimirim min ev dûpişk xwarin.”

Bijîşkan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Samsunê hewl da Bîlal Yîgît ji mirinê rizgar bikin lê ew nefilitî.

Li hêla din, sedema teqez a mirina wî dê piştî rapora otopsiyê eşkere bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst