Akar: Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me bersiva êrîşan da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hulusî Akar ragihand ku wan bersiva ew êrîşên li ser binkeyên wan ên li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê dane ku 4 leşkerên Artêşa Tirkiyê têde birîndar bibûn. Bi gotina Wezîrê Bervaniya Tirkiyê 10 şervanên YPGê di êrîşên hêzên wan de canê xwe ji dest dane.
Wezareta Bervaniya Tirkiyê roja Yekşemê 16ê Nîsana 2023an ragihandibû ku li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê binkeyên hêzên wan rastî êrîşên bi hawan û roketên menzîldirêj hatine û 4 leşkerên wan birîndar bûne. Wezareta navborî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi encamdana wan êrîşan tohmetbarkiribû.
Wezîrê Bervaniyê yê Tirkiyê îro roja Dûşemê 17ê Nîsana 2023an di daxuyaniyeke xwe de behsa wê êrîşê kir û ragihand ku leşkerên wan bersiva wê êrîşê daye.
Akar got: “Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me li dijî her pêşhatekê di amadebaşiyê de bûn. Bilez tedbîrên pêdivî hatine wergirtin û bersiv hatiye dayîn.”
Akar anî ziman ku 10 şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di êrîşên hêzên wan de canê xwe ji dest dane û got: “Êrîşên xwe yên nemerdane berdewam in. Duh bi şev jî êrîş hatin kirin. Li herêmên operasyonên Mertala Firatê û Çiqlê Zeytûnê leşkerên me li dijî her pêşhatekê di amadebaşiyê de bûn. Tedbîrên xwe wergirtin û bersiva pêdivî dan. Di encama ew xebatên ku heta niha hatine kirin de jî li gor zanyariyên destpêkê yên me wergirtine, 10 terorîst hatine jinavbirin. Rûbirûbûna me ya li vê derê bêyî kêmasî bi pêdagirî berdewam dike. Em careke din dûbare dikin ku heta terorîstê dawî jî mabe dê rûbirûbûna me berdewam bike. Niha rûbirûbûna me berdewam e û hemû armancên terorîstan ên diyar tên topbaran û gulebarankirin. 4 birîndarên me hene. Bo wan jî çareseriya pêdivî hatiye kirin û berdewam e. ”