Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Yûregîr a Edenê di navbera du malbatan de pevçûneke çekdarî çêbû û di encam de bav û kurek hatin kuştin.
Li gor agahiyan, li cadeya Suleyman Vahît a ser bi Taxa Yunus Emre ya navçeya Yûregîrê, di navbera du malbatên dijmindar de pevçûneke çekdarî çêbûye.
Di pevçûnê de kesek bi navê Salih Kiliç ê 15 salî di cih de jiyana xwe ji dest daye û kesekî 44 salî bi navê Abdurrahman Kiliç ê 44 salî jî birîndar bû ku ji aliyê tîmên tendirustiyê ve bo Nexwexaçeya Perwerde û Lêkolînê ya Edeneyê hat rakirin.
Li ser agahdarkirinê xelkê, hêzên polîs û tîmên tendirustiyê gihîştine cihê bûyerê û li cihê bûyerê dest bi lêgerîn û lêkolînê kirine.
Li gor zanyariyan, ji ber birînên wî giran bûne, Abdurrahman Kiliç li nexweşxaneyê tevî hemû hewldanan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Ekîbên polîsan ên ku li cihê bûyerê lêkolîn kirin, ji bo girtina kesên ku di nav şer de bûn dest bi xebatê kirin.
Cenazeyên bav û kur ji bo otopsiyê birin morga Saziya Tipa Edlî ya Edeneyê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse