Êrîşî pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekin hat kirin

17-04-2023
RÛDAW
Nîşan Ahmet Guneştekîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berhemên li beşa vekirî ya pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê “Gavur Mahallesi - Taxa Gawiran” ku par li Îzmîrê hatibû vekirin rastî êrîşa çend nenas hat. Hunermend Ahmet Guneştekîn piştî êrîşî got, “Pir xemnak e ku bêdengî heye û şermezarî tune ye, nemaze ji aliyê civaka hunerî ve!”

Pêşangeha hunermend Ahmet Guneştekîn a bi navê “Gavur Mahallesi - Taxa Gawiran” ku sala par di meha Mijdarê de li Pavyona Atlasê ya Kulturparkê bi mazûvaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hatibû vekirin, pêşwaziya hezkiriyên hunerê dike.

Di pêşangeha ku pêvajoya pevguhertin (mubadele) û koçberiyê tê de nîşandan, peykerên ji xebatên vîdeoyî û formên metal ên ku bi keviran hatine neqşandin cih digirin.

Nîşandana “Gavur Mahallesi - Taxa Gawiran” ku ji ber eleqeya zêde heta 7ê Gulanê hat dirêjkirin, heta niha mazûvaniya milyonek û 500 hezar kesan kiriye.

Xebatên di beşa vekirî ya pêşangehê de ku ji aliyê hunerhezên Îzmîrê ve rastî eleqeyeke mezin hatibû, rastî êrîşa kesên nenas hatin.

Hin kesên ku xwestine çenteyên di nav blokên mermer de bidizin, ew blokên mermerî xistine xwarê û hin jî ji cihên wan hatine dûrxistin.

Li gorî nûçeya DHAyê, pêşangeha “Gavur Mahallesi - Taxa Gawiran” beriya niha jî ji aliyê hin kes an jî kesan ve blok hatibûn xistin û çenteyan zirar dîtibûn.

“Di 8 salên dawî de cara 3emîn e êrîşî berhemên min tên kirin”

Li aliyê din Guneştekîn li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek da, bertek nîşanî êrîşê da.

Guneştekîn li ser êrîşê got, “Di 8 salên dawî de cara 3emîn e êrîşî berhemên min tên kirin! Di sala 2016an de li Stenbolê hewl dan ku xebata min a 'Konstantinniye' bişewitînin û serê wê girtibûn û rakiribûn! Pêşangeha min a 'Hafiza Odasi - Jûra Bîranînê' di sala 2021an de li Amedê rastî êrîşê hat. Pêşangeha min a ku niha ji ber eleqeya mezin a li ser Îzmîrê hatiye dirêjkirin, berê li ser medyaya civakî hat hedefgirtin û piştî ku xebata min a li derve 'Goç Yolu - Rêya Koçberiyê' hat xistin, zirar dane beşeke wê. Pir xemnak e ku bêdengî heye û şermezarî tune ye, nemaze ji aliyê civaka hunerî ve! Her wek çawa piştî ku Kizilcik Şerbeti hat sansurkirin şerma bêdengmayîna wê di vir de jî, bi taybetî ji aliyê hevkarên min ve, ez dibêjim ku dê bêdengiya hunermendan a li hember vê zordestiyê di bîra dîroka hunerê de were tomarkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst