Soylu: Heleb di nav sînorê me yê Mîsakî Millî de ye

17-04-2023
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Tirkiyê Suleyman Soylu Heleb Mîsakî Millî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu di bernameya bangeşeya hilbijartinê ya partiya xwe de li Stenbolê behsa parêzgeha Idlibê û Helebê yên Sûriyê kir û got ew dever li gor Mîsakî Millî dikeve nav sînorê Tirkiyê û ew niha diparêzin.

Îro 17ê Nîsanê Wezîrê Navxweyê Tirkiyê û berbijêrê Parlementeriyê yê AK Partiyê Stenbolê Suleyman Soylu bi armanca bangeşeya hilbijartinên 14ê Gulanê serdana Odeya Esnafên Otomobîlan û Şofêran a Eyupê kir û li wir behsa Sûriye kir.

Suleyman Soylu îdia kir ku di nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê de 86 gerîlayên PKKê mane.

Soylu herwiha bal kişand li ser penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ku mijareke germ a bangeşeyên bo hilbijartinan e û got: “Nişteciyên Idlibê berê 1,5 milyon bûn. lê niha 4 milyonin. Ji navçeyên xwarê hatin wir, ji Helebê û derdora wê hatin. Di heman demê de Heleb dikeve nav sînorê me yê Mîsakê-Millî. Ew xelkê me ye, lê em wan çawa li wir radigrin? Bi çêkirina malên bi pirêkêtan û parastina ewlekariya wan. Bi şandina alîkariyên Tirkiyê em wan li wir radigrin. Em ji vir mamosta dişînin, li wir em mamosta digrin, bi dayîna xwendinê ya bo zarokan em wan li wir radigrin. Em wek ciheke demkî wan li wir radigrin. Eger PKK û PYD were dê çi bibe? Dê hemû werin Tirkiye, ne wisa ye? Elbet wisaye. Ji ber Rojava wisa dixwaze. Dixwazin ji wir zêdetir xelk were cem me. Dixwazin navxweyî Tirkiyê zêdetir tevlîhev bibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst