Soylu li ser doza girtina HDPê: Hindik ma bê girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu beşdarî xwarineke paşîvê bû û li ser doza girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) got, “Hindik ma bê girtin. Ne cara yekem e ku tê girtin. Dê dîsa bê girtin, ji xwe re yeke nû ava dikin û rêya xwe didomînin.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Gaziosmanpaşa ya Stenbolê beşdarî Paşîva Şaxa Ciwanan a Federasyona Komeleyên Trabzonê bû û li ser hilbijartinan û rojevê axivî.

Soylu diyar kir ku li herêma erdhejê di 740 hezar konan da 3 milyon kes dijîn û wan xwarina fitarê dane 2 milyon kesan. Soylu behsa wê yekê jî kir ku ji bo ziyandîtiyên erdhejê piştgiriya derûnî hatiye dayîn û ji xwendekarên ku xwe ji bo ezmûnan amade dikin jî piştgiriya perwerdeyê hatiye dayîn û dê di nava salekê da malan bidine ziyandîtiyên erdhejê.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li ser dosyaya girtina HDPê jî axivî û got, “Dayikên Diyarbekirê bi vîna xwe HDP girtin. HDP îro nikare bikeve hilbijartinan. Tiştê ku Dadgeha Destûra Bingehîn nikaribû bike, êdî ne hewce ye bike jî, wan dayikên Diyarbekirê kirin. Deriyên xwe girtin, cesaret nekirin bikevin hilbijartinan jî. Niha navê xwe guherandin lê dîsa wek xwe ne. Qendîl lîsteyên wan dinivîse, Qendîl navên wan diyar dike, Qendîl bernameyên wan diyar dike. Wek hev in, ti cudahî nîne lê nikaribûn bi wî navî beşdarî hilbijartinan bibin.”

Suleyman Soylu li ser girtina HDPê got, “Ya din jî çîrok e. Hindik ma bê girtin. Ne cara yekem e ku tê girtin. Dê dîsa bê girtin, ji xwe re yeke nû ava dikin û rêya xwe didomînin. Ew vê yekê bikar tînin. Wate demokrasiyê îstîsmar dikin. Li Tirkiyê yên ku herî baş demokrasiyê îstîsmar dikin ew partiya siyasî ye ku paşînê wê zihniyetê ye, ango PKKê ye.”