Suleyman Soylu: Em dê Sûriyê û Iraqê rizgar bikin

17-04-2022
RÛDAW
Nîşan Pêşangeha Başiyê Suleyman Soylu Iraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu got, "Çawa ku me aramî anî Rojhilat û Başûrê Rojhilat, em ê Sûriye û Iraqê jî ji destê Amerîka û Ewropayê rizgar bikin û aramiyê bînin wir jî."

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ku li navçeya Esenler a Stenbolê beşdarî "Pêşangeha Başiyê" bû, ragihand ku saziyên alîkariyê yên beşdarî pêşangehê bûne di navbera welatî û kesên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heye de wek pirekê ne.

Suleyman Soylu anî ziman ku di van 2 salên dawî de li Tirkiyê gelek karesat çêbûn, gelek kesan canê xwe ji dest dan “lê birîn bi piştgiriya saziyên alîkariyê û dewletê hatin pêçandin.”

Soylu got ku ew alîkariya Bangladeşê, heta Afrîkayê dikin û wiha pê de çû: “Îro em alîkariya Ukrayna, Iraq û Lubnanê jî dikin, em li Lîbya, Azerbaycan û Qerebaxê jî hene. Kî bixwaze rojhilatê Deryaya Spî ji destê me derxe jî, em di bin serokatiya Serokomarê xwe de dê rê nedin tu kesî. Em ne Tirkiyeya berê ne. Çawa ku me aramî anî Rojhilat û Başûrê Rojhilat (mebesta wî Bakurê Kurdistanê ye), em dê Sûriye û Iraqê jî ji destê Amerîka û Ewropayê rizgar bikin û aramiyê bînin wir jî. Ev pêşangehên xêrê ji bo me hemûyan derfet e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst