Derbarê 20 parlamenterên HDP û CHPê de fezleke hatin amadekirin

17-04-2021
RÛDAW
Nîşan Fezleke HDP CHP
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fezlekeyên derbarê 20 parlamenteran de bo Parlamentoya Tirkiyê hatin şandin.  Ji van fezlekeyan 10 bo parlamenterên CHP û 10 jî bo parlamenterên HDPê hatine amadekirin.

Ev 22  fezlekeyên ku 10 jê bo parlamenterên HDP û 10 jê bo parlamenterên CHPê hatine amadekirin, bo serokatiya parlamentoya Tirkiyê hatin pêşkêşkirin. 

Parlamenterên CHPyî yên ku navên wan bo Komîsyona Têkel hatine pêşkêşkirin ji van kesan pêk tên: Parlamenterê Bursayê Orhan Saribal, parlamentera din a  Bursayê Lale Karabiyik, Parlamenterê Stenbolê Ahmet Unal Çevikoz, Parlamenterê Enqerê Bulent Kuşoglu, Parlamenterê Orduyê Seyit Torun, Parlamenterê Stenbolê Onursal Adiguzel, Parlamentera Denizliyê Gulizar Biçer Karaca, Parlamenterê  Enqere Yildirim Kaya, Parlamentera Stenbolê Gamze Akkuş ilgezdi û Parlamenterê Stenbolê Aykut Erdogdu. 

Beriya du rojan tevî serokê giştî yê CHPê Kemal Kilicdaroglu fezlekeyên ku derbarê parlamenterê Stenbolê Oguz Kaan Salici, Parlamenterê Çanakkalê Muharrem Erkek, Parlamenterê Stenbolê Yunus Emre, Parlamenterê Tekirdag Faik Oztrak û Parlamenterê Izmirê Tuncay Ozkan de hatine amadekirin bo serokatiya parlamentoyê hatibûn pêşkêşkirin û bo Komîsyona Têkel hatibûn şandin.

Li gor agahiyên ber dest fezlekeyên amaje pê hatine kirin bi hinceta  broşûra ku CHPê bi sernavê “Di 21 Pirsan de Aliyê Siyasî  yê FETOyê” amade kiriye, hatine amadekirin.

Gera beriya vê derbarê 17 alîkarên serokên giştî yên ku di Encumena Rêveber a Navendî ya CHPê de cih digirin de lêpirsîn hatibû vekirin. Di çarçoveya vê lêpirsînê de fezlekeyên ku derbarê hemû rêveberan de cuda cuda hatine amadekirin, bo parlamentoyê hatin şandin.

Di fezlekeyan de bo ku derbarê  sucên parlamenteran yên wek “sivikayetîkirin bi serokkomar”, “handana xelkê bo kîn û nefretê”, “bêbextî”, “bi peyamek bi deng, bi nivîs an jî bi wêneyî sivikayetîkirin” lêpirsîn were kirin, tê xwestin  parêzbendiya wan bê rakirin. 

Di nav van fezlekeyan de ku bo serokatiya parlamentoyê hatine şandin 12 fezlekeyên derbarê 10 parlamenterên HDPê de jî cih girtin.

Derbarê Parlamenterê Wanê Sezai Temelli û Parlamentera Amedê de 4 fezleke hatin amadekirin, ligel van fezlekeyan, parlamenterên din ên HDPê ku di derbarê wan de fezleke hatine amadekirin ev in: Parlamenterê Izmirê Murat Çepni, Parlamentera Amedê Dersim Dag, Parlamentera Edenê Tulay Hatimogullari Oruç, Parlamenterê Wanê Murat Sarisaç, Parlamentera Stenbolê Huda Kaya, Parlamenterê Stenbolê Hakki Saruhan Oluç, Parlamentera Êlihê Feleknas Uca û Parlamenterê Mêrdînê Pero Dundar.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst