ROJEVA TIKRIYE - Erdogan: Welatên rojava weke segmasiyên xwînî ne

Stenbol (Rûdaw) - Li ser medyaya Tirkiye îro manşetên rojnameyan li ser mijarên cûrbecûr hatine danîn. Kêşeya Sûriye, qeyrana bi Yûnanîstanê re, gotara Serokomarê Tirkiyê Recep tayyip Erdogan, rewşa awarte, hilbijartin û operayonên li hemberî Cemeata Fetullah Gulen li ser her yek rojnmaya weke manşet hatine bikaranîn.

 

Helbet gotarên Erdogan ên di derbare geşedanên dawîn de jî dîsa li ser gelek rojnameyan weke manşet û sereketirîn mijar cihê xwe dibîne. Erdogan sebaret bi şerê li Sûrî û çend mijarên din rexneyên giran li welatên rojavayî girtin.


Doh li Stenbolê Lûtkeya Kêmnetewên Misilman hebû ku şandeke Başûrê Kurdistanê jî beşdar dibû. Erdogan li vir gotareke dûr û dirêj pêşkêş kir û bang li cîhanê kir daku ji bo bextewertirîn cîhanekê hevkariyê bikin. Erdogan têkildarî şerê li Sûrî jî welatên rojavayî weke ‘segmasiyên ku xwînî dibin’ bi nav kirin. Erdogan got: “Bêyî ku çekên kîmyawî bikar nehatin tu dijberiyek nekirin. Em dizanin ku dema mijar çavkaniyen petrolê û zêr be, weke segmasiyan ji hezaran kîlometreyên dûrve têne.”

 

Li aliyê din li hemberî gotara dawîn a Serokomarê Fransayê Macron jî nirx û nîqaş berdewam dikin. Wezîrê Derve, serokwezîr û çend payebilindên din ên Tirkiye Macron bi giranî rexne dikin li ser gotina wî ku gotibû, “Bi êrîşa Sûriye re me Tirkiye ji Rûsyayê bidûrxist.”

 

Manşetên Li ser Şerê Li Sûrî


Karar: Esed heman Esed e


“Peyama bi tomhawkan nikarî ku rê li ber Şamê bigire ku li Xûtayê jin û zarok qetil kiribû. Esad ji bo kontrolkirina cihên di destê mixalîfan de di nava 24 seatan de 28 parêzgeh hatin bordûmankirin.”

 

Diriliş Postası: Em divê li qadêbin


“Serokomar Erdogan da zanîn ku li hemberî rewşa ku her nebaş dibe, bo misilmanan hin berpirsiyarî peyda dibin û wiha got: Nabe ku em li hemberî êrîşan bêdeng bimînin û xwe veşêrin. Dema ku mijar can, xwîn û jiyana misilmananbe welatên rojavayî bi durutî tevdigere. Li hemberî vê jî em divê li qadêbin.”

 

Aydinlik: Xelkê Sûriye bi Esed re ye


“Têkşikandina êrîşa Amerîka, Fransa û Brîtanya ya bi hinceta derewên kîmyawî li Sûriye bi duruşmên serefraziyê hate pîrozkirin. Xelkê ku derket kolanan, ji Beşar Esed, dewlet û artêşa xwe xwedî derket.”

 

Ortadogu: Fransa lê dide Emerîka dilîze


“Di wê demê de ku nîqaşên li ser operasyona nimûneyî berdewam dikin, daxuyaniyên ku ji Fransa, Emerîka û Brîtanyayê tên, armancên cihê jî nîşan dide.”

 

Yenî Bîrlik: Gelo Xutaya Rojhilat dolaba DYEyê ye?


“Plana Amerîkayê ew bû ku bi hemû hêzên xwe yên wekîl û şerwanên selefî ên li Xutayê Şamê kontrol bike û piştgiriya wan dikir. Dema ku Sûriye û Rûsya ew plan şikandin, êrîş kirin.”

 

Erdogan: Welatên rojavayî weke segmasiyan in

 

Sabah: Welatên ku em weke dost dizanin durû ne


“Serokomar Erdogan di daxuyaniya xwe de ku wî li Lûtkeya Kêmnetewên Misilman ê Cîhanê kir, cîhana rojava weke durû binavkirin.”

 

Milliyet: Bi benzînê nêzikî şewatê dibin


“Serokomar Erdogan welatên rojavayî şibandin segmasiyên ku bêhna xwînê digirin û got ew bi saya rêxistinên terorî ên proje, dixwazin misilmaniyê qirêj bikin.

 

Turkiye: Segmasiyên ku bêhna xwînê diçe wan


Serokomar Erdogan hêzên rojavayî dişibine segmasiyên ku bêhna xwîne diçe wan ku wan herêma me zivirandine behreke xwînê.”

 

Krîza bi Yûnanîstanê re germ bû


“Ligel van geşedan û krîzên heyî, krîza bi Yûnanîstanê re jî careke din berz û germ bû. Piştî ku alaya Yûnanîstanê li ser kendalekî di nava behra Egeyê de hate daçikandin, herdû welat careke din tûşî hev dibin. Hêzên deryayî yên Tirkiye çûn ew ala daxistin û gotar û tometên serokwezîr û wezîrên herdû aliyan li hemberî hev berdewam dike.”


Yenî Şafak: Atîna taşeronê kê ye?


“Amerîka û Ewropa ya ku nikarîn operasyona Efrînê rawestînin bo ku Tirkiye meşgûl bikin li Behra Egeyê rageşiyê berz dikin. Atîna ya ku pişta xwe bi kêştiyên şer ên Amerîkayê ku li rojhilatê Behra Spî ne xurt dike, provokasyoneke din li provokasyonên xwe zêde kir.”

 

Vatan: Heman tahrîk


“Di sala 1996an de keşeyekî alaya Yûnanîstanê li ser Kardakê daçikandibû û ew bibû sedema qeyranê. Qeyraneke ku dişibe wê vêcarê li kendalê Hurşît rû da. Alaya ku ji aliyê 3 ciwanên yûnanî ve hatibû daçikandin, ji oliyê komandoyên deryayî ên Tirkiye ve hate daxistin.”

 

Takvîm: Hereketa Yannîs!


“Yûnan ala daçikand û me di deqeyê de daxist. Hikumeta Yûnanîstanê ku heqê nanê jî pê re nemaye, bale dikêşe ser Egeyê.”

 

Otara Macron û bertegên Tirikye


Serokê Fransayê Emanûel Macron di gotareke xwe de li gel TVyek Frensî, gotibû ku wan bi êrîşa dawîn a li hemberî Sûriye, Tirkiye ji Rûsyayê bidûr xistine. Macron gotibû wî xwestiye ew jî beşdarî lûtkeya Putîn, Erdogan û Rûhanî jî bibe lê derfet çênebûne. Ew gotin li Tirkiye bi giranî hatin şermezarkirin.

 

Star: Dexesiya, ‘em çima di wî wêneyî de nîn in’


“Hevkariya bi hêz a Tirkiye, Rûsya û Îranê  ya ji bo aştiya li Sûriye, welatên rojavayî aciz dike. Amerîka, Britanya û Fransa ku ew li ser maseyê neman, bi êrîşeke nimûneyî hewl didin ku pêvajoya Astanayê têk bibin.”

 

Guneş: Zivirî maskotê lêdanê


“Serokomarê Fransayê Macron, di derbarê êrîşa li Sûrî de, got: Me Tirkiye û Rûsya ji hev dûrxistin bu sedema bertegên Enqere û Moskovê. Bersivên weke kulman ji Enqere û Moskovê bo Macron hatin.”

 

Rewşa Awarte Hate Şermezarkirin


Li 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê CHP bi çalakiyên girseyî rewşa awarte şermezar kirin û banga aştî, demokrasî û rakirina rewşa awarte kirin.

 

Cumhuriyet: Li hemberî rewşên awarte serîrakirin


“CHPyî di roja salvegera referandûma bi guman de li 81 bajaran derketin meydanan.”

 

Sozcû: Demokrasî jî rê derket wê demê em rûdinin


“Di salvegera referandûmê de bi hezaran welatî li 81 bajaran rûniştin û rewşa awarte şermezar kirin.”

 

BîrGun: Makyaj heliya


“Tevî ku dibên aboriya me ya herî baş e, bêkarî berdewam e ku bibe cihê êşê. Li gorî pisporan bi dehan pakêtên teşvîkî bi kêr nehatine. Tevî hemû makyajê jî, bêkarî hîna jî cotreqem e.”

 

Milli Gazete: Butçe qulqulî ye