Figen Yuksekdag: Hey faşîstên biaqil

17-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag, AK Partî, CHP û MHP rexnek kirin ku dê ji rakirina parêzbendiyê re bibêjin "erê" û got: "Sê xeletî rastiyekê bi xwe re nabin. Lê rastiyek 3 xeletiyan jinav dibe."

Hevseroka Giştî ya HDPê Fîgen Yuksekdag, beşdarî kongreya partiya xwe ya li Bursayê bû û derbarê rakirina parêzbendiyê de axifî.

Figen Yuksekdag, pêşniyara AK Partiyê ya derbarê rakirina parêzbendiyê de û helwêsta Partiya Gel a Komarî (CHP) û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) ya li ser mijarê rexne kir.

Yuksekdag wiha got: "Hevserok jî di nav de dê parêzbendiyên gelek parlamenterên HDPê rakin. Hey faşîstên biaqil. Dema me wek HDPê berê desthilatê yê di bin lingê we de kişand ma parêzbendiya me hebû. Niha jî wiha difikirin ku 3 xeletî bên ba hev dê rastiyekê jinav bibin, lê bila xwe nexapînin, berevajiya wê dê rastiyek 3 xeletiyan jinav bibe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst