Şêwirmendê Erdogan: Ocalan daxwaza xweseriya demokratîk nake

17-04-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Enqere (Rûdaw) – Serşêwirmendê Serokwezîrê Tirkiyê, Yalçin Akdogan, diyar kir ku rêberê girtî yê PKKê Abdullah Ocalan, “daxwaza xweseriya demokratîk nake” lê BDP her ku diçe asta daxwaziyên xwe bilind dike.

Serşêwirmendê Erdogan, Yalçin Akdogan, rexne li BDPê kir û got, daxwaziyên BDPê yên mîna xweseriya demokratîk û pişka petrola Amedê tenê bo bidestxistina deng e û îdia kir, Ocalan tiştekî wisa naxwaze lê BDP ji Ocalan jî Ocalantir e.

Yalçin Akdogan, anî ziman ku serkeftiya hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê AKP ye û got, em li bendê ne heman serkeftinê di hilbijartinên serokomariyê de jî bidest bînin.

Li gorî Akdogan, ti nakokiyek li ser mesela namzediya serokomariyê di navbera serokomar Abdullah Gul û serokwezîr Erdogan de nîne û yên wisa difikirin jî tiştek bi destê wan nakeve.

Şêwirmendê Erdogan, destnîşan kir ku BDP li bendê bû 150 şaredarî qezenc bike lê tenê karî 100 şaredariyan bidest bîne, ev jî nîşana biserneketina wê ye.

Li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ku wek baskê BDPê yê derveyî Bakûrê Kurdistanê tê nasîn, jî Akdogan got, wê partiyê nekarî tiştekî bidest bixe ji ber wê jî hebûna wê diyar nebû.

Li ser rewşa pêvajoya aştiyê jî Yalçin Akdogan axivî û got, ew hewl didin civakê ji aştiya civakî re amade bikin çimkî ev yek ji çarçoveya qanûnî ya ku BDP dixwaze, girîngtir e.

Ev daxuyaniyên şêwirmendê Erdogan di demekî de ye ku BDPê ragihandibû, dê piştî hilbijartinên 30 Adarê xweseriya demokratîk li deverên kurdî ragihînin, her wiha hevşaredara Amedê Gultan Kişanak, gotibû, divê pişka me ji petrola Amedê bê dayîn. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst