Civîna DEM Partî û MHPyê bi dawî bû: 'Hevdîtineke bi sûd bû'

17-03-2025
RÛDAW
Nîşan DEM Partî MHP Abdullah Ocalan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeya DEM Partiyê ya Îmraliyê di çarçoveya pêvajoyê de li Parlamentoya Tirkiyeyê MHPyê ziyaret kir.

Di hevdîtinê de, di şandeya MHPyê de 3 alîkarên serokê giştî cih girt.

Her wiha di şandeya DEM Partiyê de jî Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogullari, Wekîlê Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Sirri Sureyya Onder û Wekîla Serokê Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigitê cih girt.

Piştî hevdîtina ku nêzîkî saetekê ajot, daxuyaniyeke hevpar hat dayîn.

Hatimogullari: Em spasiya şandeya MHPyê dikin

Di daxuyaniyê de li ser navê DEM Partiyê Tulay Hatimogullari axivî û wiha got:

"Îro li gel MHPyê li ser banga birêz Abdullah Ocalan û bipêşketina pêvajoyê hevdîtinek çêbû.

Piştî ku em îro hemû hevdîtinên xwe temam bikin em ê daxuyaniya xwe ya berfireh bi kedkarên çapemeniyê yên hêja re parve bikin.

Em spasiya şandeya MHPyê dikin ku em qebûl kirin. Eger rewşa tenduristiyê ya birêz Devlet Bahçelî destûr bida ew jî dê di vê hevdîtinê de hebûya.

Lê em bi şandeya ku wî wezîfedar kiribû re civiyan. Em jê re şifayeke bilez dixwazin."

Yalçin: Hevdîtineke bi sûd bû

Alîkarê Serokê MHPyê Semih Yalçin jê wiha anî ziman: "Em dê wekî MHPyê daxuyaniyekê nedin. Lê ez dixwazim hûn vê bizanibin: Hevdîtineke gelekî bi bi sûd bû."

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî di daxuyaniya xwe ya doh de ragihandibû ku ew dê beşdarî hevdîtinê nebe. Bahçelî gotibû ku ew dixwaze di serdana DEM Partiyê de amade be lê ew bawer dike ku hevalên wî wezîfedarkirî dê cihê wî bi têra xwe tijê bikin.

Bahçelî wiha gotibû: "Bi vê minasebetê ez silavê li hevalên xwe yên xebatê û şandeya DEM Partiyê dikim, dibêjim ku bila seferberiya me ya ji bo Tirkiyeya bêteror pîroz be."

Şandeya Îmraliyê ya ku ji Sirrî Sûreyya Onder, Tulay Hatimouullarî û Tuncer Bakirhan pêk tê, piştî MHPyê dê îro saet 14:00an AK Partiyê jî ziyaret bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst