Ciwanekî Geverî li Daristana Belgradê mirî hat dîtin

Fahrettîn Oterê ku mirî hat dîtin / Wêne: Yuksekova Gundem

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanekî ji navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê li Daristana Belgradê ya Stenbolê mirî hat dîtin, hat îdiakirin ku xwe kuştiye.

Fahrettîn Oterê 33 salî yê ji navçeya Geverê ya Colemêrgê li Stenbolê mirî hat dîtin.

Li gorî zanyariyan roja şemiyê piştî fitara xwe vekir ji Fahrettîn Oterê ku ji bo kar çûbû Stenbolê agahî nehat wergirtin.

Li ser agahdarkirinê ji bo dîtina Oter xebat hatin destpêkirin û roja yekşemê Oter li Daristana Belgradê mirî hat dîtin.

Fahrettîn Oter bi çekê hatibû kuştin û hat îdiakirin ku xwe kuştiye.

Tîman termê Oter ji bo karên otopsiyê bir Saziya Bijîşkiya Dadî ya Stenbolê.

Termê Oter dê piştî karên otopsiyê radestî malbata wî were kirin.

Ew dê li navçeya Geverê were veşartin.