Hewlêr (Rûdaw) – Serokkomarê Tirkiyê endambûna Fînlandayê ya bo NATOyê pesend kir.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan îro Înê 17ê Adara 2023an ragihand ku wan endambûna Fînlandê ya bo NATOyê pesend kiriye û got, “Min biryar şand parlamentoyê, eger pê re bigihe dê berî hilbijartinan, eger pê re negihije jî dê piştî hilbiartinan bikeve ware cîbîcîkirinê.”
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan roja Înê 17ê Adara 2023an bi merasîmekê pêşwazî li Serokkomarê Fînlandayê Sauli Niinisto kir ku di çarçoveya gotûbêjên li ser endambûna welatê xwe ya bo NATOyê serdana Enqerê kiribû.
Piştî civînê Serokkomarên herdû welatan daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ragihand ku Fînlandê daxwazên wan ên “di rûbirûna terorê” de bicihanîne û got, “Ji ber wê hestiyarî û helwêsta nehiştina nîgeraniyên welatê me û pêşveçûna vê proseyê, me biryar da ku li Parlamentoya xwe proseya pesendkirina endamtiya Fînlandayê bo NATOyê bidin destpêkirin.Ez bi hêvî me ku ev biryar di serî de bo welatên me û hevpeymaniya me li ser xêrê be.”
Erdogan derbarê endamtiya Swêde ya bo NATOyê de jî ameje bi wê yekê da ku Swêdê hê jî pêngavên ku Tirkiye derbarê “rûbirûbûna terorê” de ji wan dixwazin bicihneanîne û got ku heta ev helwêsta wan berdewam be em bi erênî li vê daxwaza wan nanêrin.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan anî ziman, “Em neçar man Fînlandê ji Swêdê cuda bikin. Ji ber wê jî me helwêsta xwe ya erênî ya bo Fînlandiyayê bi îmzeya ku me îro avêtiyê nîşan da. Bilez ji Wezareta Derve nivîs bo min hat. Min jî niha nivîs şand Parlamentoya me. Ji niha şûnde jî dê bo komîsyonê û ji komîsyonê jî dê bo desteya giştî bê şandin. Ez hêvî dikim ku eger pê re bigihe, dê berî hilbijartinê bê cîbîcîkirin. Bo welatên me li ser xêrê be.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan her wiha got, “Ti helwesteke me ya nerênî li ser befirehbûna NATOyê nîne. Lê Tirkiyê bi taybet di rûbirûbûna terorê de hêlek sor heye. Heta ku em di rûbirûbûna terorê de pêngavên li dijî Tirkiyê bibînin, ev ji kuderê bê bila bê, em amade ne ku her cor helwestekê nîşan bidin. Eger saziyeke weke NATOyê rabe û di rûbirûbûna terororê de Tirkiyê bi tenê bihêle, helbet em weke Tirkiye bo van welatan nabêjin erê. Eger di bîra min de mabe me lîsteyeke 124 kesî ya terorê dabû wan. Lê Swêdê ti pêngaveke erênî derbarê vê lîsteya terorê de neavêtiye. Heta pêngaveke wiha ya erênî nebe jî bila li qusurê nenêrin. Dibe ku birêz serokwezîr kesek baş be lê bo me encam girîng in. Heta ku rûbirûbûna terorê nebe beşdarbûna bo nav parlamentoya wan jî di nav de û ev buyer berdewam bikin helwêsta me jî dê weke ya îro be.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse