Nêzikî hezar karkerên Matayê 18 roj in di grevê de ne

Stenbol (Rûdaw) - Li navçeya Tuzla ya Stenbolê, derdora hezar karkerên ku di Febrîqeya Otomotiv Matayê de dedixebitin û girêdayê sendîkaya DÎSKê Birleşik Metal Îşê ne, ji bo ku ji sedî 25 zem were ser mûçeyê wan û şertûmercên kar bêne başkirin ev 18 roj in dev ji kar berdane û ketine grevê.

Nezahat Altunay ev 7 sal in li kargeha Matayê dixebite. Ew nû zewicî ye û deynê dawet û amûrên malê dide. Nezahat dibêje, ew di şertên giran de rojê 8 saet dixebitin, lê di berdêla wê de mûçeyekê kêm distînin.

Karkera di grevê de Nezahat Altunay got “ Ev 7 sal in ez li vî febrîqayê dixebitim. Cara ewil e ku ez di febrîqeyeke de dixebitim. Li vir şertûmercên karkirina me pir xirab e, her wiha em nikarin debara xwe bikin. Ji bo ku ev bêne başkirin em li derve ketine grevê û em têdikoşin.”

Karker bes daxwaza zemê nakin, di heman demê de dixwazin ku hewadarkirina febrîqeyê, tuwalet û xwaringeh jî bên başkirin. Rêveberiya Matayê daxwazên karkeran red dike û ji bo ku çavê karkeran bitirsîne heta niha 50 karkeran ji kar derxistiye. Her wiha febrîqe, her roj ji bo 950 karkeran re peyam dişîne û jikar avêtinê tehdît dike.

Karkerê ji kar hatiye avêtin Mustafa Saygın dibêje “Ji ber daxwazên me yên zemê me jikar avêtin. Peyamekê ji min re şandin û bêyî tezmînat min jikar derxistin. Sedema jikarderxistina min jî wek hevpeyvîna ji bo medyayê destnîşan kirin.”

Nûnera Karkeran û Karkera jikar hatiye avêtin Semra Turkmen ragihand “Em ji bo mafên xwe yên rewa û xwezayî li vir in. Em dixwazin mûçeya me û şertên kar bêne başkirin. Ev maf li dijî yasayan nîne. Ger sûcek hebe vê yekê xwediyê febrîqeyê li hember karkeran pêk tîne. Heta daxwazên me neyên cîbicihkirin wê têkoşîna me berdewam bike.”

Karkerê di grevê de Adem Agirî anî ziman “Ev 2 sal in ez li vir dixebitim. Lê heqên me pir hindik in. Bi mûçeya ku em distînin em nikarin pê debar bikin. Febrîqeyên din 14-15 hezar lire didin, lê febrîqeya me 10-12 hezar pere dide.”

Xwediyê febrîqayê ji ber grevê sendikaya Birleşik Metal İşê sûcdar dike û li Enqereyê bi Wezareta Xebat, CHP û Partiya ÎYÎyê re hevdîtinan pêk tîne. Lê karker û sendîka didin zanîn, heta daxwazên wan neyên qebûlkirin ew ê dev ji berxwedan û greva xwe bernedin.