Biryara doza kuştina Hakim Dalê ji Amedê hat eşkerekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Di doza Hakim Dal de yê ji Ameda Bakurê Kurdistanê ku li Konyayê hatibû kuştin tenê bo kesekî 25 sal cezaya girtîgehê hat dayîn.

Li gundê Çariklar ê navçeya Meramê ser bi parêzgeha Konyayê ya Tirkiyê, roja 21ê Temûzê komeke nîjadperest ku ji 60 kesî pêk hatibûn êrişî malbata Kurd a ji Ameda Bakurê Kurdistanê kiribûn û ji wê malbatê Hakîm Dal ê 43 salî bi 2 guleyan kuştibûn û birayê wî birîndar kiribûn.

Doza ku 40 kes dihatin darizandin roja 16ê Adara 2023ê li 7emîn Cezaya Giran a Konyayê birêve çû.

Parêzerê malbatê Abdurahman Karabulut li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand, “80 kesan bi çek û keviran êrîşî Hakim Dal kir. Dema ku 10 kesan li Hakim Dal dida, kesekî bi çek gule berda pişta wî û ew kuşt. Encam, bo kesekî 25 sal ceza, bo yên din jî bi hinceta birîndarkirinê her yek 4 meh ceza. Bi ser de jî bi hinceta tehrîkkirinê cezaya kujerên daxistin.”

Parêzer Karabulut dibêje dadgehê 3 sal mehek û 15 roj ceza daye her du birayên Hakim Dal, Hamdi û Mustafa Dal. Karabulut got “Bo Hamdi Dal û Mustafa Dal ên ku dema li birayê wan Hakim Dal didan bo rizgarkirina wî hatin, bi hinceta ku gule bi esman ve berdane 3 sal mehek û 15 roj ceza hat dayîn.”