Davutoglu: Helebce navê êşa dil e

17-03-2023
RÛDAW
Nîşan Komkujiya Helebceyê Ahmet Davutoglu
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu derbarê komkujiya Helebceyê de got “Helebce navê êşa dil e.”

Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu di 35emîn salvegera komkujiya Helebceyê de li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek parve kir û

Davutoglu di peyama xwe de dibêje “Helebce navê êşa dil e. Her cara ku ez li zarokên bêguneh ên bêyî ku bizanibim çekên kîmyayî ne ber bi bêhna sêvan ve baz didin û bedenên bêcan ên birayên me yên Kurd difikirim, dilê min dişewite.”

Herwiha Davutoglu got “ Bi hezaran xwişk û birayên me yên ku li Helebceyê canl xwe ji dest dane bi rehmet bi bîr tînim.”

Di 16ê Adara 1988’an de bi fermana dîktartorê berê yê Iraqê Sedam Husên bi firokeyan bombeyên kîmyewî avêtin Helebceyê.

Di komkujiyê de jin, zarok û kal û pîr di nav de herî kêm 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 10 hezar kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst