Karsazê Kurd Muhsin Bayrak bûye rojeva cîhanê

17-03-2022
Rawîn Stêrk
Karsazê Kurd Muhsîn Bayrak
Karsazê Kurd Muhsîn Bayrak
Nîşan Karsazê Kurd Muhsîn Bayrak Chelsea
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Karsazê Kurd Muhsin Bayrak hewleke mezin dide ku yek ji tîmên mezin ên cîhanê ango Chelsea bikire. Tîma ku di premier lîg a Brîtanyayê de têdikoşe û li ser asta cîhanê jî xwedî prestîjeke mezin e heta niha di destê karsazê rûs Roman Abramovîç de bû. Ji ber şerê Rûsya û Ukrayna li cîhanê gelek welatan dest danî ser mal û milkê karsazên rûsî û dewleta Brîtanya jî dest daniye ser Chelsea. Muhsin Bayrak pereyekî zêde bo stendina Chlesea amade kiriye û digel hikumeta Brîtanya jî danûstandinên berfireh dike da tîma futbolê bikire. Di nava çend rojan de diyar dibe bê ka Chelsea dibe ya kê. Bayrak dibêje, ku bi îxtimaleke gelekî zêde ew bixwe dibe xwediyê nû yê tîma cîhanî.

Eleqeya mezin ji bo karsazê Kurd

Karsazê kurd Muhsin Bayrak ku xelkê Motka ya Bedlîsê ye di van rojan de bûye ew kes ku li cîhanê herî zêde xelk meraqa wî dike. Di nava hefteyekî de li cîhanê bi 18 zimanan zêdeyî 4 milyar car, li ser Google navê wî hatiye tikandin. 140 dezgehên medyayî ên cîhanê bi israr li dû wî ne da pê re gotûbêj bikin. Rûdaw bû yekem televizyona ku bi awayekî zindî Muhsin Bayrak kir mêvan û sedema vê eleqeya mezin bi xelkê re parve kir. Bayrak ku xwediyê AB Group Holdîngê ye, hewleke zêde dide da Chelsea ya ku mezintirîn tîmeke futbolê ya cîhanê ye bikire.

Milyarderê Kurd ê Muhsin Bayrak dibêje, “Me 24ê Sibatê guftugo li gel Roman Abramovich destpê kir. Ji bo çi ez dixwazim Chelsea bikirim! ji bo prestîja Tirkiyê, ji bo prestîja holdîngê û ji bo me gelek girîng e. Em dê gelek derfetan bidin ciwanên Kurdan jî ciwanên Tirkan jî. Şeva ku me bi fermî serlêdan kir û em lihev hatin, kom bûn û dest danîn ser samanên Abramovich, eger na 14ê mehê ez bi fermî dibûm xwediyê Chelsea.”

Dostaniya Abramovich û Muhsin Bayrak

Dostaniya Roman Abramovich û Muhsin Bayrak di kêliya ewil de bûye sedem ku Bayrak berê xwe bide Chelsea. Li gor ku ew dibêje, Abramoviç jî gelekî dixwaze ku xwediyê nû yê Chelsea ew be. Ji ber ku hikumeta Brîtanya dest danîye ser tîma dêwendam, niha gotûbêj kirînê digel hikumeta Brîtanya têne kirin. Weke hemû cîhanê li nava Tirkiye jî xelk eleqe û meraqeke zêde pê dide ku karsazekî Tirkiyeyî ango Kurdekî ji bajarê Bedlîsê hatiye keviya wê yekê da bibe xwediyê nû yê Chelsea.

Şahîn Kaynar, dibêje, “Bi ya min wê gelekî baş bibe. Welatekî baş û welatiyên baş dema tîmeke wisa bistînin emê kêfxweş bibin. Ez gelekî kêfxweş im. Rabirdûyeke xwe ya gelekî baş heye û yarîzanên cîhanî lê hene. Ez li ser navê xwe gelekî kêfxweş bûm.”

Dogûkan Plan, diyar dike, “Tiştekî gelekî baş e, hestek baş e. Tirkiyeya me dibe Îngîltere. Çi bextewerî ye bo me.”

Ogûz Yan, dibêje, “Eger bistînin dê gelekî baş bibe. Eger li hev bikin bo Tirkiye jî gelekî baş dibe. Tîmeke baş e û ew dibe karekî baş.”

Tîma Chelsea

Chelsea li cîhanê di rêza 13an de tê nîşandan ku yek ji mezintirîn tîmên cîhanê ye. Li Premiyer Liga Brîtanya jî niha di rêza duyem de cih digire. Bihayê wê yê bazara cîhanê jî bi qasî 2.1 milyar dolar e. Chelsea heta di nava 5 tîman de tê nîşandan ku her tişt ango hemû kupayên cîhanî bidest anîne.

Chelsea heta niha 7 caran FA Cup, 5 caran EFLcaran cup, 2 caran Super Cup a UEFAyê, 2 caran Kupaya Liga Ewropa 2 caran Kupaya xula şampiyonan, 2 caran Kupaya serkeftiyên Kupayê UEFAyê bidest anî ne û 6 caran jî bûyê şampiyonê xula Premier a Brîtanya.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst