Dosyeya Gulistan Doku: Zeynal Abrakov hat berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Zeynal Abrakov ku di çarçoveya lêpirsîna Gulistan Doku de li Alanyaya Tirkiyê hatibû desteserkirin, hat berdan.

Roja Pêncşemê 17ê Adara 2022ê Zeynal Abrakov li navçeya Alanya ya Antalyayê têkildarî windabûna xwendekara Zanîngehê Munzurê ya Dêrsimê Gulistan Doku hat desteserkirin.

Li gor zanyariyan Zeynal Abrakov ku welatiyê Rûsyayê û dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye û hevalê Gulistan Doku bûye, beriya windabûna Doku herî dawî wî dîtiye lewma bi biryara dozgeriyê Abrakov hat desteserkirin.

Îfadeya Abrakov li Rêveberiya Ewlekariya Navçeya Alanyayê ji aliyê Serdozgeriya Komarî ya Dêrsimê bi rêya Sîstema Agahdariya Deng û Dîtbarî (SEGBÎS) hat standin û biryar hat dayîn ku bê berdan.

Gulistan Doku ya roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bibû.

Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê lêpirsîna derbarê Gulistan Doku de berdewam dike.

Gulistan Doku

Xelka Amedê Gulistan Doku roja 5ê Çileya 2020an dema temenê wê 21 salî bû û li Zanîngeha Dêrsimê dixwend, piştî ji beşê navxwe yê zanîngehê derket derve, wenda bû.

Gulistan Doku herî dawî li nêzîkî Bendava Uzunçayir hatibû dîtin. Guman ji wê yekê dihat kirin ku termê Doku di Bendava Uzunçayir de be. Ji bo dîtina Doku çendîn car xebatên lêgerînê di wê bendavê de hatin destpêkirin, lê Gulîstan Doku nehat dîtin. Roja 7ê Tebaxa  sala 2020ê bo dîtina Gulistan ava bendavê hat berdan, proseya gerê cara duyem 18ê Tebaxê hat rawestandin.

Roja 15ê Cotmeha 2020an cara sêyem gera li çend xalên cuda yên bendavê destpê kir û piştî derbasbûna 47 rojan ji ber bê encambûna hewldanan proseya gera di bendavê de bi yekcarî hat rawestandin.

Li gor polîsê Dêrsimê, berî wendabûna wê bi rojekê, Gulîstan ligel Zeynal Abrakov ku bi kuştina Gulîstan Doku gumanbar e, di navbera wan de nîqaş derketiye.

Malbata Gulistanê daxwaza zelalkirina çarenivîsa keça xwe dikin û dibêjin, Zeynal Abrakovê welatiyê Rûsyayê yê dayika wî bi polîsekî Tirk re zewicî ye ku hevalê Gulistan bûye, ew wenda kiriye. Malbata Gulistan Doku li Dêrsimê, 5ê Çileya 2022ê çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin.