Yoneylem: Li Tirkiyê xelk ditirse ku hebûnên xwe ji dest bidin

17-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor encamên rapirsiya Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê, %72.8ê xelkê siyaseta xelet û %56.4ê xelkê sîstema hikûmeta serokayetiyê wek bingeha pirsgirêkên aborî dibînin.

Kompanya Lêkolînan a Yoneylemê, encamên rapirsiya derbarê aboriyê de ku li 27 bajaran hatibû kirin, belav kir.

Li gor rapirsiyê, pirsgirêka civakê ya herî girîng aborî ye û %70ê civakê ji wê yekê ditirsin, ku hebûnên xwe wenda bikin. %61.1ê civakê ditirsin ji kar bên derxistin û karekî nebînin û %68.4 jî ditirsin ku nikaribin deynên xwe bidin.

Di encama rapirsiyê de derket holê ku xelk di bingeha pirsgirêkên aborî de siyaseta xelet, sîstema hikûmeta serokayetiyê û bêşiyaniyê (liyakat) dibînin. %72.8ê xelkê siyaseta xelet, %67ê xelkê bêşiyaniyê wek bingeha pirsgirêkên aborî dibînin û %56.4ê xelkê jî sîstema hikûmeta serokayetiyê wek bingeha hemû pirsgirêkan dibînin. Herwiha %35.7ê civakê jî hêzên derve wek sedema krîza aborî dizanin.

%42.1ê beşdarvanan gotine, di malbata me de em an kesekî din bêkar in û li kar digerin. %48ê wan meha pêş nikaribûne fatûreyeke xwe bidin. Li gor %66.1ê civakê yekem pirsgirêka ku bê çareserkirin krîza aborî ye. %29.1ê civakê jî enflasyon wek pirsgirêka herî girîng bi nav kirine. %8.4ê xelkê jî perwerde wek pirsgirêka herî girîng bi nav kirine. Li gor %3.4ê xelkê jî yekem pirsgirêka ku bê çareserkirin sektora tendirustiyê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst