Elewiyên Dêrsimî ji bo ‘Çarşema Reş’ çira pêxistin

17-03-2022
Ali Haydar Gozlu
Elewiyên Dêrsimî serdana ziyaretgeha olî ya li nêzîkî Gola Çeto kirin
Elewiyên Dêrsimî serdana ziyaretgeha olî ya li nêzîkî Gola Çeto kirin
A+ A-

Dêrsim (Rûdaw) - Elewiyên parêzgeha Dêrsima Bakurê Kurdistanê di çarçoveya baweriya "Çarşema Reş" de serdana ziyaretgeha olî ya li nêzîkî Gola Çeto kirin û de li wê derê, dia kirin û loqme belav kirin.

Elewiyên Dêrsimê di çarçoveya baweriya “Çarşema Reş” de serdana vê ziyaretgeha olî ya li nêzîkî Gola Çeto kirin, ku avên çemê Pilemuriyê û Çemê Munzurê li vê derê digihin hev û di baweriya Elewitiyê de wek cihek pîroz tê dîtin.  Welatiyan di çarçoveya Çarşema Reş de  li vê derê, dia kirin û loqme belav kirin.

Welatî Turkan Soylemez dibêje: “Xwedê pêşî we û pişt re jî me biparêze. Bila Dawî li vê nexweşiyê û li van şeran bê. Xwedê te jî razî be. Bila Xwedê aramiyê bide me hemûyan.”

Welatî Songul Yilmaz got: “Xwedê ji ciwanan razî be. Xwedê wan ji kêmasiyan dûr bike. Ev diaya me ye. Em van diayan ji bo mirovahiyê dikin.”

Li gor baweriya Elewiyên Dêrsimê hersê Çarşemên destpêkê yên meha Adarê weke Çarşema Reş tên binavkirin, ku ev meh weke meha Xizir berniyas e.  Welatiyên Elewî di van rojan de çalakiyên cor bi cor ên olî pêk tînin. Herwiha li mal, Cemxane û ziyaretgehên olî mûm û çirayan pêdixin, qûrbanan serjêdikin û xwarinê belav dikin.   

Dedeyê Baweriya Elewitiyê Kadir Bulut jî got: “Çarşema Reş, di baweriya Heq a Dêrsimê de, li vê axa ku hemû sembolên qedîm ên mezopotamayê gihiştine hev, hêj jî bi heman kûrahiya  xwe berdewam dike. Jêj jî mezin û rûspiyên me vê nerîtê berdewam dikin. Em jî ji bo ku vê yekê bigehînin nifşên nû, çarşema berî Newrozê, tên Gola Çetu, çira tên  pêxistin û loqme tên belavkirin. Herwiha ji xwedê hêvî tê kirin ku sal bi bereket û bi aşitî derbas bibe.”

Ev roj herwiha wek destpêka biharê jî tê pejirandin. Welatiyên Dêrsimî di çalakiyên xwe yên di vê rojê de  hêviya borandina salek xweş û dûr ji xirabiyan dikin. 

Welatî Emine Sarica jî got: “Dema ku zivistan e, her tişt dimire. Di bin axê de radizê. Di biharê de, ew hemû dîsa şiyar dibin. Ew vejîne. Ev ew roja Çarşemê ye. Roja çarşema din jî gul vedibe; çûk dest bi stranê dikin, jiyan zindî dibe.”

Çarşema Reş  weke nerîtekê bi sedan sal e di nav Elewiyên parêzgehên Dêrsim, Erzingan, Erzerom, Çewlig û Mûşê yên Bakurê Kurdistanê  de  berdewam dike. Li gor baweriya  hinek Elewiyên navçeyê jî xwedê cîhan di 7 rojan de afirandiye, lê bela û xirabî di roja Çarşemê de  afirandine. Ji ber vê yekê jî hersê çarşemên destpêkê yên Adarê weke Çarşema Reş hatine binavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst