Kawa li Stenbolê hat girtin

Stenbol (Rûdaw)- Piştî 20 salan ji xurbetê, hunermendê kurd Kawa bi mebesta beşdarîkirina di Newroza Amedê de, vegeriya Tirkiyeyê, lê li Balafirgeha Ataturk a Stenbolê hat girtin.

Hozan Kawa, ku xelkê gundekî ser bi navçeya Mûşê yê Bakurê Kurdistanê ye û 20 sal e, ku li bajarê Kolin dijî.

Bi mebesta ku di Newroza îsal ya bajarê Amedê de beşdar be, duh vegeriya Tirkiyeyê û li balafirgehê hat girtin. Polîsên Tirkiyeyê jî dibêjin, biryara girtina wî hebû.

Kawa sala 1993an ji ber gotina stranên kurdî li Tirkiyeyê hat girtin û piştre sala 1995 berê xwe da Ewropayê û li Almanya dijî.