Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan got, “Hem ji bo berjewendiyên Sûriye û Tirkiyeyê û hem jî ji bo berjewendiyên Îraq û Kurdan divê em ji PKKyê rizgar bibin.”
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan di weşana TRT Worldê de derbarê rojevê axivî.
Fîdan got ku wî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li ser rewşa Sûriyeyê guftûgo kiriye û diyar kir ku rayedarên Amerîkayê niha siyaseta xwe nû dikin û ji bo gotûbêjên berfireh dem pêwîst e.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê amaje pê kir ku birêvebiriya nû ya Sûriyeyê li ser “pirsgirêkên girîng” dixebite û “rawestandina YPGyê” jî di nav xalên wan ên sereke de ye û got:
“Hem ji bo berjewendiyên Sûriye û Tirkiyeyê û hem jî ji bo berjewendiyên Îraq û Kurdan divê em ji PKKyê rizgar bibin.”
Fîdan diyar kir ku gelek armancên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hene û got:
"PKK ne tenê Tirkiyeyê dike armanc. Îranê dike armanc, Îraqê dike armanc, Sûriyeyê dike armanc.
Ji ber vê ez bawer dikim wext hatiye ku em hemû bi hev re ji vê vîrûsê rizgar bibin."
DAIŞ
Fîdan amaje pê kir, ji bo rê li ber xurtbûna DAIŞê were girtin pêwîstî bi platformeke hevbeş heye û bi bîr anî ku Tirkiyeyê pêşniyara avakirina platformeke wiha kiriye.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê got, divê mekanîzmayeke plankirî were avakirin û ev dê ji bo ewlehiya sînoran jî destpêkeke baş be.
Wî got, midaxeleyên ku ji bo “têkbirina terorê” tên kirin dibin sedema pirsgirêkên din û ji bo ev yek ducare nebe xwedîlêderketina herêmî girîng e.
Şerê Rûsya û Ukraynayê
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku Donald Trump li Ukraynayê "agirbesta yekser" dixwaze û her çi qasî zehmet be jî ji bo aştiyê hewldanek pêwîst e.
Wî amaje bi kuştin û wêraniyên li Ukraynayê da û got:
"Tirkiye amade ye her rolê bilîze da ku li Ukraynayê aştî pêk were û alîkariya avakirina Ukraynayê bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse