Piştî erdhejê koça berovajî ya Sûriyan destpê kiriye

17-02-2023
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Erdhej Koçberên Sûrî Vegerîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî erdheja Bakurê Kurdistan û Tirkiye koça berovajî ya Sûriyan destpê kiriye. Niştecihên Sûriyê yên bajarê Hatayê li benda derbasbûna sînorê Tirkiyê û Sûriyê ne, piştî ku di 17ê Sibata 2023an de li deriyê sînorî yê Cilvegozuyê di 17ê Sibata 2023an de ji ber erdheja bi pileya 7,8 ku nêzîkî du hefte berê li herêmê rû da, bandor li wan hat kirin.

Koçberên Sûrî yên ku ji erdheja 6ê Sibatê rizhgar bûnê bi kom ketine rêzê li i ba Deriyê sînorî yê Bab el-Hewa li bakurê rojavayê Sûriyê li bendê ne vegerin welatê xwe.

Gelek ji wan ji ber şer reviya bûn, lê ji ber erdheja hefteya borî careke din derbider bûne.Niha ew li gel termên xweşteviyên xwe vedigerin.

Koçberê Sûrî Xalid Hisên got “Ez vedigerim Sûriyê, ji ber birayê min canê xwe ji dest daye. Diçim goristanê. Kesekî em rizgar kirin, me nêzîka 100 terman anîne ser sînor.”

Gelek ji wan kesên ku hatine ser sînor bê mal û milk mane, û careke din dixwazin jiyaneke nû destpê bikin.

Koçberekî Sûrî dibêje “Bi rastî em ditirsin vegerin Sûriyê. Li vir jî em ditirsin mala me bi herife.”

Li gor berpirsên Deriyê sînorî Bab el-Hewa, ji roja erdhejê ve û heta 15ê Sibatê, zêdeyî hezar û 790 koçber vegeriyane Sûriyê, bi hêviya jiyaneke nû destpê bikin.

Niştecihên Sûriyê yên bajarê Hatayê li benda derbasbûna sînorê Tirkiyê û Sûriyê ne, piştî ku di 17ê Sibata 2023an de li deriyê sînorî yê Cilvegozuyê di 17ê Sibata 2023an de ji ber erdheja bi pileya 7,8 ku nêzîkî du hefte berê li herêmê rû da, bandor li wan hat kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst