HATAY - Piştî 261 demjimêran 2 kes ji bin kavilan hatin rizgarkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Antakyayê ya ser bi parêzgeha Hatayê ve 261 demjimêr piştî erdhejê 2 kesên bi navê Ali Şakiroglu û Mustafa Avci bi saxî ji bin kavilan hatin derxistin.

Di erdhejên bi hêzên 7,7 û 7,6 pile de ku bandor li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kirin, li hinek parêzgehan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê berdewam in.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di encama kar û xebateke dijwar de Ali Şakiroglu yê 26 salî û Mustafa Avci yê 34 salî, 261 demjimêr piştî erdhejê, ji bin kavilên avahiya nexweşxaneyeke taybet bi saxî derxistin. Piştî midaxeleya destpêkê Şakiroglu û Avci radestî tîmên tendirustiyê hat kirin û bo nexweşxaneyê hat veguhestin. Li gor zanyariyan rewşa wan ya tendirustî baş e.

Herwiha li heman navçeyê beriya demjimêrekê zarokekî biyanî yê bi navê Osman Helebiye jî bi saxî hatibû derxistin.