FORMA GEŞTIYARIYÊ - Serokwezîrê Tirkiyê: Ti bajarekî cîhanê ne bi ewle ye

Stenbol (Rûdaw) – Sêyemîn Forûma Geştiyariyê bi beşdariya wezîr û CEOyên bi dehan welatan li Stenbolê bi rê ve diçe. Serokwezîrê Tirkiye Bînalî Yildirim di axaftina xwe ya di merasîma destpêkê de bal kişande ser gefa ewlehiyê ya li ber geştiyariya cîhanê û got ku êdî tu bajarekî cîhanê ne bi ewle ye.

 

Forûma Geştiyariyê ya Cîhanê cara sêyem li Stenbolê destpêkir. Ji 20 welatan wezîr, CEO û gelek kesên pilebilind beşdariyê li forûmê dikin.

 

Forûm bi axaftina Bînalî Yildirim dest pê bû. Serokwezîrê Tirkiye amaje bi hişyariyên li hemberî Tirkiye kir û got, li hemberî Tirkiye gotegot têne kirin da ku geştiyar neçin. Yildirim daxwaza bidawîkirina van gotegotan kir. 

 

Forûm wê weke dîdariya kerta keştiyariyê berdewam bike. Serokê Forûma Geştiyariyê Bûlût Bagcî ji Rûdawê re got; “Tirkiye welatekî mezin e. Serokomarê me lîderekî mezin e. Teror li her derên cîhanê heye. Divê armanca me ew be ku em rû nedin gotegotên li ser terorê. Bawerim emê îsal bigîhîjin reqemên 2015an. Cîh û warên ku li Tirkiye ne li tu welatekî din nîn in. Em hayîdar in ji berhemên xwe û li gor vê jî karê xwe didomînin.”

 

Di danişîn û panêlên forûmê de rewşa geştiyariya cîhanê ya ku din gefa ewlehiyê de ye tê nirxandin. Ji bo çaresereyên gerdûnî nîqaş têne kirin û çaverê ye ku di navbera şandên welatan de jî pirên hevkariyê bêne dayîn.

 

Wezîra Geştiyariyê ya Ganayê Catherîne Afekû jî ji Rûdawê re ragihand; “Bi dîtina min em, hemwelatiyên cîhane lazime zora tirsên xwe bibin. Pewiste em çandên nu binasin. Geştiyarî hemu dîwaran tîne xware, lewma bigerin, çandên nû nas bikin. Ku ev yek di hişê meriv de cîh bigire dê tirsa terorê ji hole rabe. Heke tu min nas biki u ez ji te nas bikim de cih ji tirse re nemîne.”

 

Bi dirêjahiya 2 rojan wê pirsgirêk, astengî, kêmasî, pêşniyaz û amadekariyên sala nû bibin mijara niqaşan. Welatên Efrîqî jî eleqeyeke taybet nîşanî van nîqaşan didin.

 

Wezîrê Çand û Geştê yê Somaliyê Mahmût Abdulhasan Begos jî got; “Li welatê me, li Somalî her tişt goncav e ji bo geştiyaran. Em çaverê ne ku herkes were welatê me. Berê jî geştiyar pir dihatin welatê me. Her tişt baş e û bila hemû cîhan were Somalî.”

 

Di sala çûyî de geştiyariya Tirkiye ji ber sedemên cihê derbeyeke giran xwer. Bi saya vê forûmê jî hewleke taybet tê dayîn ku Tirkiye ji nû ve weke welatekî bi ewle bête naskirin. Ji Rojhilata Navîn, Rojhilata Dûr û Efrîqayê beşdariyeke geş li Forûmê tê kirin.