Demîrtaş: MÎT li Bakurê Kurdistanê terorê dike

17-02-2015
RÛDAW
A+ A-

 

Navenda Nûçeyan – Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demîrtaş got, ew kesên ku li bajar û navçeyên Bakûrê Kurdistanê bûyerên terorê dikin, dikanan dişewitînin endamên MÎTê û zilamên AK Partiyê ne.

Demîrtaş di civîna partiya xwe ya heftane de li Parlamentoya Tirkiyeyê anî ziman ku, hikûmet dixwaze bi van bûyeran bibêje, eger qanûna ewlekariyê neyê pesendkirin dê rewşa Tirkiyê wiha be.

Salahedîn Demîrtaş destnîşan kir ku, hikûmeta AK Partiyê dixwaze bi qanûna ewlekariya navxweyî desthilata xwe biparêze ji ber ku ew dizane miletê Tirkiyeyê ji ber kiryarên hikûmetê êdî gihîştiye asta serhildanê.

Li aliyekî din hat ragihandin ku HDPê derbarê kuştin û dest dirêjiya ku li dijî keça kurd Ozgecan Aslan û yên weke wê, dê pêşniyarekê bide Parlamentoya Tirkiyeyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst