Galeriya wêneyan

17-01-2025
29 Photos

Pêşangeha “Alfabeya Wenda” ya hunermende navdar ê Kurd Ahmet Guneştekîn ku ji 350 peyker, ensîtalasyon, seramîk û berhemên hunerî yên cuda pêk tê, li Salona ArtÎstanbul Feshaneyê ya Stenbolê deriyên xwe vekir.

Pêşangeh ji îro heta 20ê Tîrmeha 2025an dê vekirî bimîne û hunerhez dikarin bê beramber biçin serdana wê.

Di merasîma vekirinê de Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu, hunermend Ahmet Guneştekîn û gelek navdarên ji warên wêje, huner û siyasetê jî amade bûn.

Avakarê pêşangehê Cristoph Tannert, hunermend Ahmet Guneştekîn û Ekrem Îmamoglu gotar pêşkêş kirin.

Hunermend Ahmet Guneştekîn diyar kir ku wî pêşangeh pêşkêşî romannivîsê mezin Yaşar Kemal kiriye.

Ahmet Guneştekîn da zanîn ku pêşangeh di nava 2 mehan de hatiye amadekirin û xebatên wî yên 6 salên borî ne.

Hunermendê navdar ê Kurd ku li cîhanê bi dehan pêşangehên navneteweyî vekirine, niha jî bi vekirina pêşangeha xwe ya herî mezin balê dikişîne ser bîra civakî û koçberiyê.

Wêne: Zafer Avnaş / Necmî Orta