Di salekê de hezar û 932 karkeran canê xwe ji dest daye

17-01-2024
RÛDAW
Nîşan ISIG Mirina Karkeran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî rapora 2023yan a ISIGê ya li ser mirina karkeran par herî kêm hezar û 932 karkeran canê xwe ji dest daye.

Meclîsa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ISIG) rapora xwe ya li ser mirina karkeran belav kir.

Li gorî rapora ISIGê par rojane herî kêm 5 karkeran canê xwe ji dest daye.

Mirinên karkeran a herî zêde jî mehên hezîran, tîrmeh û tebaxê di dema karkerên demsalî de çêbûne.

Sala 2023yan yek ji karê ku herî zêde karkeran di dema karkirinê de canê xwe ji dest daye bi 68 kesan karê motorên gihandinê (motokurye) bûye.

Ji karkerên ku sala 2023yan canê xwe ji dest daye 147 karkerên jin û hezar û 785 jî karkerên mêr bûne.

Di raporê de behsa tundûtûjiya li ser jinan a di dema kar de jî hatiye kirin û tê gotin ku di wergirtina heqdest de jin li gorî mêran ji sedî 77,8 kêmtir werdigirin.

Li gorî ISIGê hêjmara karkerên ku temenê wan di navbera 18-29 salî de ye li gorî salên borî zêde bûye.

Herwiha sala 2023yan herî kêm 594 malnişînên ku temenê wan di ser 50 salî re ye di dema kar de canê xwe ji dest daye.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara zarokên ku hefteyê du rojan dixwînin çar rojan dixebitin jî milyonek derbas kiriye.

Di raporê de hatiye ragihandin ku ji 3yê Çiriya Paşîna 2002yan heta niha herî kêm 32 hezar û 478 karkeran canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst