Saruhan Oluç: Kujerê ciwanê Kurd hat xelatkirin

17-01-2023
RÛDAW
Nîşan Kemal Korkut Yakup Şenocak Saruhan Oluç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Serokwekîlê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç li hemberî biryara 7mîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê ya têkildarî kujerê ciwanê Kurd Kemal Korlut de nerazîbûn xwe nîşan da û got: “Kujer hat xelatkirin, lê rojnamevanê ku ew kelî tomar kiriye hat cezazkirin.”

Kemal Kurkut ê 23 salî û xwendevanê zanîngehê li Meletiyê, roja 21 Adara 2017ê bo beşdarîkirin di şahiya Newrozê de serdana Amedê kiribû. Lê Ii xala pişkinînê ya polîs ku derbasî nav merasîmê dibe, polîsan gule li wî reşandin û ew kuştin.

7mîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê, îro 17ê Çileya 2023ê biryara xwe ya pêştir a derbarê kujerê Kemal Kurkut dubare kir û ragihand: “Pêwîst nake ceza bo Yakup Şenocak bê dayîn.”

Serokwekîlê Fraksiyona HDPê Saruhan Oluç li parlamentoya Tirkiyê derbarê vê biyara dadgehê de nerazîbûna xwe nîşan da û amaje bi wê yekê kir ku “kujer” bi wê biryarê hatiye xelatkirin.

Saruhan Oluç bi bîr xist ku Dadgeha Îstinafê, cezayê girtîgehê ya rojnamevan Abdurrahman Gok, ku wêneyên kêliyên kuştina Kemal Kurkut kişandibûn, pesend kiriye.

5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê 30ê Hezîrana 2022ê, bi hinceta “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” salek û 6 meh û 22 roj ceza dabû rojnamevan Abdurrahman Gok, ku wêneyên kêliyên qetilkirina xwendekarê zanîngehê Kemal Kurkut kişandibûn.

Oluç derbarê vê yekê de got: “Abdurahman Gok rojnameger e, lê ji ber tolhildanê salek sal û 6 meh ceza lê hat birîn û ev ceza hat erêkirin. Niha em dixwazin bînin bîra we çima ev ceza hat dayîn. Abdurahman Gok ew rojnamevan e ku dema Kemal Korkut hatibû gulebarankirin bi wêneyan tomar kiribû. Yanî Abdurahman Gok ji ber kişandina wêneyê dema ku polîsek ciwanekî Kurd gulebaran dike, hat cezakirin. Ji wî polîsê ku ew gulebaran re çi ceza hat dayîn? Xelat dan wî, ew hat xelatkirin. Ev encama polîtikaya bêcezakirinê ye. Yanî polîsên ku ciwanekî Kurd kuştiye tê xelatkirin, lê yên ku wî tomar dike tê cezakirin. Em bi rewşeke wiha re rû bi rû ne. Bi rastî jî cezayê ku li Abdurahman Gok hatiye dayîn yek ji mînakên herî balkêş ên vê polîtîkaya bêcezakirinê û darizandinên tolhildanê yên darazê ne. Tu îzaha vê ya hiqûqî, siyasî û exlaqî nîne. Lê rewşa dadgehên Tirkiyê ev e. Bi saya hikûmetê dadgeh ketine vê rewşê. Em careke din vê yekê tekez dikin ku kedkarên çapemeniya azad ên mîna Abdurahman Gok tevî hemû zextan jî dê bi berdewamî nûçe û rastiyan bidin.”

 

Çi bibû?

Piştî kuştina Kemal Kurkut polîsên bi navê O.M. û Yakup Şenocak hatin desteserkirin. O.M. di pêvajoya dozgeriyê de hat berdan û bo dadgehê nehat şandin. Yakup Şenocak ê hatibû tespîtkirin, ku guleya li Kemal Kurkut ketiye ji demançeya wî derketiye, li dadgehê bi şertê kontrola edlî hat berdan, lê darizandina wî berdewam kir.

Heftemîn Cezaya Dadgeha Giran a Amedê, sala 2020ê biryara xwe ya dawî da ku Yakup Şenocak ne tawanbar e û neyê cezakirin.

Parêzerê malbata Kemal Kurkut, li dijî biryara Şeşemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê serî li Yekemîn Cezaya Daîreyê ya Îstinafê dan û dadgeha Îstinafê biryara Şeşemîn Cezaya Dadgeha Giran a Amedê betal kir û ji bo ji nûve darizandina Yakup Şenocak dosye paş de şand dadgehê.

Heftemîn Cezaya Dadgeha Giran a Amedê, îro 17ê Çileya 2023ê derbarê kujerê Yakup Şenocak de heman biryara xwe dubare kir û ragihand: “Pêwîst nake ceza bê dayîn.”

Rojnamevan Abdurahman Gok ê di Newroza 2017an de wêneyên kêliyên kuştina ciwanê bi navê Kemal Kurkut kişandibûn, dadgehê axavtinên wî yên bi telefonê yên derbarê nûçeyan, parvekirinên wî yên li ser medyaya civakî û nûçeyên wî kiribûn sedem û doz lê vekiribû.

Parêzerên Gok, ji bo betalkirina biryara 5emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê, serî li 9emîn Dadgeha Herêmî ya Daîreya Cezayê ya (Îstinaf) Amedê dabûn, lê Dadgeha Îstinaf biryara dadgehê di cî de dît û cezayê Gok pesend kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst