BUPAR: Berbijêrê Tifaqa Millet dê bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Kompanya Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya BUPARê, ku li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Mêrsîn, Samsun û Amedê hatiye kirin %55.5ê xelkê dibêjin dê berbijêrê Tifaqa Millet bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê û %38.5 jî dibêjin dê berbijêrê Tifaqa Cumhur bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê.

BUPARê, di navbera 5 û 15ê Çile de li bajarên Stenbol, Enqere, Îzmîr, Bursa, Mêrsîn, Samsun û Amedê derbarê hilbijartinan de bi hezar û 500 kesan re rapirsiyeke rûbirû kir.

Di rapirsiyê de ji beşdarvanan pirsa “Eger îro hilbijartin bê kirin, dê dengên kîjan tifaqê zêde bibin?” hatiye kirin. Li gor encaman %60.5ê xelkê dibêjin dê dengên Tifaqa Millet ku ji partiyên opozîsyonê pêk tê zêde bibin û %30.5 jî dibêjin dê dengên Tifaqa Cumhur ku ji partiyên desthilatê AKP û MHPê pêk tê zêde bibin. %9 jî gotine dengên her duyan jî zêde nabin.

Herwiha ji beşdarvanan pirsa “Eger îro bi du berbijêran hilbijartina serokkomariyê bê kirin, dê berbijêrê kîjan tifaqê biser keve?” hatiye kirin. %55.5ê xelkê dibêje dê berbijêrê Tifaqa Millet bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê û %38.5 jî dibêjin dê berbijêrê Tifaqa Cumhur bibe serokkomarê nû yê Tirkiyê. %6 jî gotine em “bêbiryar” in an dê li gor berbijêr biryara xwe bidin.

Di rapirsiyê de ji welatiyan pirsên aborî jî hatine kirin û pêngavên vê dawiyê yên wekezêdekirina mûçeyê kêmane, krediyên bo xanî û çareserkirina pirsgirêka xanenîşînbûnê yên desthilatê hatine pirsîn. %50.5ê xelkê dibêjin desthilat bi armanca hilbijartinan van tiştan dike û %43.5 jî dibêjin ew tişt ji ber rewşa welat hatine kirin û %6 jî nêrîna xwe eşkere nekirine.