Parlamenterê HDPê: Rakirina parêzbendiyan derbe ye

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HDPê dibêje, rakirina parêzbendiyan “derbe” ye li ser demokrasiyê û tekez dike, “Hewldanên jiholêrakirina HDPê dê bê encam bin.”

Li Parlamentoya Tirkiyê 17ê Çileya 2022an Serokwekîlê Grupa HDPê Hakki Saruhan Oluç derbarê mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir û got, “Hewldanên têkbirina HDPê ji sîyaseta demokratîk dê bê encam bin.”

Dosyeya derbarê Semra Guzel de

Oluç derbarê rakirina parêzbendiya Parlamentera Amedê ya HDPê Semra Guzel de jî axivî û got dosyeya wê di komîsyona hevbeş de dê bê gotûbêj kirin.

Serokkomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan 16ê Çileya 2022ê derbarê rakirina parêzbendiya parlamenterên HDPê de gotibû bo dosyeya wê bê cûdakirin ligel Serokê Parlamentoyê axivî ye û dê ev prose bê bilez kirin.

Proseya rakirina parêzbendiyê

Serokwekîlê Grupa HDPê Hakki Saruhan Oluç radigihîne,  Komîsyona Hevbeş dê 20ê vê mehê ji bo civînê kom bibe û dê dest bi karê xwe bike û diyar dike, “Du dosyeyên Semra Guzel dê bên niqaşkirin. Bi vî awayî proseya rakirina parêzbendiyê hat destpêkirin. Em jî dê nêrînên xwe di komîsyonê de diyar bikin.”

Saruhan Oluç dibêje, wan her tim diyar kiriye ku rakirina parêzbendiyan li ser demokrasiyê “derbe” ye û tekez dike, “HDP cihekî aştî û diyalogê ye. Peywendiya HDPê bi tundûtûjî û şer re nîne û jiholêrakirina HDPê ji sîyaseta demokratîk wê bê encam be.”