HDP ligel 8 partiyên çep ên Tirkiyê tifaqeke sêyem gotûbêj dike

Hewlêr (Rûdaw) – HDP li gel 8 partiyên çegir ên Tirkiyê ji bo pêkanîna "Tifaqa Demokrasiyê" roja Sêşembê (sibe) civîneke hevbeş li Enqerê lidar dixe.

Civîn li ser banga HDPê tê sazkirin û nûnerên 8 partiyên çegir ên Tirkiyê; Partiya Karkerên Tirkiyê (TÎP), Federasyona Encûmenên Sosyalîst (SMF), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Sol Parti (Partiya Çep), Malên Gel (Halkevleri), Partiya Hereketa Kedê (EHP) û Partiya Komunîst a Tirkiyê (TKP) bo civîna hevbeş hatine vexwendin.

Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar û Pervin Buldan sibe Sêşembê 18ê Çile li Enqerê, bi armanca pêkanîna hevpeymaniyê ligel nûnerên wan partiyan dicivin.

Ti partiyên çep ên Kurd ên Bakurê Kurdistanê bo civîna hevbeş a HDPê ya li gel partiyên çegir ên Tirkiyê nehatine vexwendin.

Li gor agahiyan, di civînê de dê krîzên li Tirkiyê û avakirina hevpeymaniyeke sêyem ji bo rûbirûbûn û çareserkirina wan krîzan bên gotûbêjkirin.

Eger hevpeymaniya partiyên çep ên Tirkiyê bi pêşengiya HDPê pêk bê, piştî Hevpeymaniya Cumhur û Hevpeymaniya Millet dê bibe sêyemîn hevpeymaniya siyasî li wî welatî daku beşdarî di hilbijartinên Hezîrana 2023ê de bike.