Berdevkê HDPê bo Partiya Paşerojê: We ji bo çi ev partî ava kiriye?

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê HDPê bersiva berdevkê Partiya Paşerojê da û got, “Ti kêmasi Partiya Paşerojê Soylu nîne. Ew jî êrişî Demirtaş, dikin, HDPê reş dikin” û pirsî, “Gelo we ji bo êrişkirina ser Selahedîn Demîrtaş û reşkirina HDPê ev partî ava kiriye?”

Gunay Kubîlay, Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li navenda partiya xwe ya li Enqerê konferanseke rojnamevaniyê saz kir û behs dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Berdevkê HDPê derbarê teqekirina avahiya HDPê lşi Stenbolê amaje bi daxuyaniyê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kir û got ku piştî armancnşandana Soylu avahiya HDPê li Stenbolê rastî êrişa çekdarî hatiye û herwiha diyar kir, “Balkêş e, encamderê êrişa li ser avahiya me, li şûna ku bireve, xwe spart navenda ewlehiyê.”

Gunay Kubîlay herwiha got, “Encamderê vê êrişê her kî be jî, berpirsê wê yê siyasî Soylu ye. Divê ev wiha bê tomarkirin.”

Derbarê daxuyaniyên Berdevkê Partiya Paşerojê yên li dijî Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş jî, Berdevkê HDPê got, “Ti kêmasiya Partiya Paşerojê ji Soylu nîne. Ew jî êrişî Demîrtaş dikin, di reşkirina HDPê de sînoran nas nakin. Gelo we ji bo êrişkirina Demîrtaş û reşkirina HDPê ev partî ava kiriye? Hûn vê paşerojê pêşkêşî milet dikin?”

Berdevkê HDPê li ser heman mijarê got ku di heyama ku bûyerên 6-8ê Cotmehê rû dan, Ahmet Davutoglu serokwezîr û Recep Tayyîp Erdogan serokomar bû û ragihand, “HDPê heta niha 7 pêşnûme ji bo zelalkirina wan bûyeran dan” û Gunay Kubîlay ji bo zelalkirina wan bûyeran, Ahmet Davutoglu jî di nav de bang li berpirsên Tirkiyê kir û ew vexwendin meydanê.

Kubîlay wiha bang li Partiya Paşerojê kir, “Madem hûn da li ser şopa Erdogan bin, we çima partiyeke din ava kir? Eger hûn dê bi rastî jî siyasetê bikin, dest ji dijminkariya Kurdan, êrişîkirina HDPê û reşkirina Demîrtaş berdin.”

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ziya Pîr bersiva daxuyaniya Berdevkê Partiya Paşerojê a li dijî hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş dabû û gotibû: “Min pêştir gotî bû ti hêviyeke demoktratîk ji Partiya Paşerojê nekin. Nayê hêvîkirin! Di demeke nêzîk de, eger bibe beşeke tîfaqa faşîst, şaş nebin!”

Berdevkê Partiya Paşeroj Selim Temurci duh gotibû ku hinek alî dixwazin hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş weke “kevoka aştiyê” bide nîşandan û diyar kiribû: “Demîrtaş di heyama bûyerên 6-8 Cotmehê de guhdariya hişyarî serokwezîrê wê serdemê Ahmet Davutoglu nekir û bo daketina kolanan banga welatiyên me kir. Navê kesê ku bûye sedema kuştina 53 welatiyên me; Selahatin Demîrtaş e.”