Parlamenterekî CHPê: 52 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê hatiye talankirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê CHPê Orhan Saribal ragihand, ku bi rêya Artêşa Azad a Sûriyê 52 hezar ton zeyta zeytûnên Efrînê hatiye Tirkiyê û got: "Ev jî dike 250 hezar ton zeytûn. Ji vê derê jî bo welatên Ewropayê tê hinardekirin."

 

Parlamenterê CHPê Orhan Saribal, nûçeya rojnameya El Publico ya Îspanî bi manşeta "Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê bi navên sextet û qaçax zeyta zeytûnan difroşin" nirxand. Rojnameya El Publico cihekî girîng daye vê mijarê û nivîsiye, ku firotina bi qaçax a zeyta zeytûnên xelkê Efrînê ji aliyê Artêşa Tirkiyê û Artêşa Azad a Sûriyê ve tê kirin.

 

Parlamenterê Bursayê yê CHPê Orhan Saribal got, zeytûnên Efrîna ku di jêr kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê de ye, Artêşa Azad a Sûriyê wan bi qaçaxî tîne Tirkiyê û ji vir jî difroşin Ewropayê. Saribal da zanîn ku ev rewşa han bandoreke nerênî li veberhênerên navxweyî û herwiha xelkê Efrînê jî dike.

 

Parlamenterê CHPê ji medya Tirkiyê re got: "Kîloya zeytûnên Efrînê bi 1 lîreyî tê. Bêguman ne pereyekî ciddî ye ku bikeve berîka xelkê Efrînê." Saribal da zanîn ku 4 meh berî niha jî zeytûnên Efrînê anîbûn rojevê û Wezareta Çandiniyê neçar mabû derbarê mijarê de daxuyaniyê bide. Saribal ragihand ku daxuyaniya Wezareta Çandiniyê ku dibêje 5 hezar ton zeytûn ji Efrînê hatine nerast e û got: "Ya rast 52 hezar ton in û li Tirkiyê tên pakêtkirin û bo Ewropayê tên hinardekirin."

 

Saribal da zanîn ku zeytûnên herî bi rûn ên cîhanê li Efrînê tên berhemanîn û got: "Rêjeyeke zêde ya zeyta zeytûnan ji Efrînê hatiye. Zeyta xam bi tenekeyên 16 û 20 lîtreyî û nivîsa Erebî li ser wan tê. Ji vê derê jî bo derveyî welat tê şandin. 50 hezar ton zeyta zeytûnan bi rêya Artêşa Azad a Sûriyê tê. Ev jî dike 250 hezar ton zeytûn. Ev hesab jî dike ji sedî 25ê berhemanîna zeytûnên Tirkiyê."

 

Parlamenterê CHPê amaje bi wê yekê da ku nayê zanîn li Efrînê xizmeta çi rêxistinekê tê kirin û got: "Zeytûnên Efrînê bi 1 lîreyî tên Tirkiyê. Pereyekî ciddî nakeve berîka xelkê Efrînê. Ez gelekî vekirî dibêjim ew der ciheke ku bo birçîbûnê hatiye hiştin. Di vê rewşa niha de kîloya zeytûnê çawa 1 lîre dibe. Tiştek nagihe xelkê Efrînê. Tenê Artêşa Azad a Sûriyê û bazirganên xwecihî qezenc dikin."

 

Herêma Efrînê ji 18ê Adara sala 2018ê ve û piştî şerekî 58 rojî ketiye bin kontrola hêzên artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê.