Hesabên 6 şaredariyan hatin blokkirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Saziya Ewlehiya Civakî Tirkiye CHP Şaredarî Blokkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê ji ber deynan Stenbol, Enqere û Îzmîr jî di nav de hesabên 6 şaredariyên CHPyê bloke kir.

Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ya Tirkiyeyê derbarê 6 şaredariyên ku herî zêde ji Saziya Ewlehiya Civakî (SGK) re deyndar in karûbarên heczê da destpêkirin.

Hat diyarkirin ku hesabên mevdûat û şîrketan ên wan 6 şaredariyan ji aliyê Wezareta Kar û Ewlehiya Civakî ve hatine blokkirin.

Şaredariyên derbarê wan de karûbarên heczê hatine destpêkirin ev in: Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê, Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê, Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê, Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê û Şaredariya Navçeya Şîşliyê ya Stenbolê.

Deynê wan şaredariyan jî bi vî rengî ye:

Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê: 3,3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê: 5,7 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê: 5,3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê: 3 milyar TL.

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê: 1 milyar TL.

Şaredariya Navçeya Şîşliyê ya Stenbolê: 1,8 milyar TL.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst