Rapirsiya hilbijartinên serokkomariyê: Kî li pêş e?
Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî rapirsiya Kompanyaya Lêkolînê ya Serê di hilbijartina serokkomariyê de rêjeya dengên Erdogan li beramberî Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş kêmtir e.
Her wiha li gorî hilbijartina borî rêjeya dengên Erdogan daketiye.
Kompanyaya Lêkolînê ya Serê di navbera 2 û 7ê Kanûna 2024ê de li 26 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gel 2 hezar 200 dengderan bi rêya telefon û kompûterê rapirsiyek li ser hilbijartina serokkomariyê pêk aniye û encamên wê eşkere kirin.
Di rapirsiyê de pirsa “Di hilbijartina serokkomariyê de eger berbijêr bi vî awayî bin hûn dê dengê xwe bidin kîjanî?” hatiye kirin.
Erdogan û Îmamoglu
Cara yekemîn Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem Îmamoglu û Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan hatine diyarkirin û ji sedî 47,9ê beşdaran gotiye Îmamoglu û ji sedî 38,2yê wan jî gotiye Erdogan.
Erdogan û Yavaş
Cara duyemîn jî Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansur Yavaş û Erdogan hatine diyarkirin û ji sedî 52,2yê beşdaran gotiye Yavaş. Rêjeya dengê Erdogan jî sedî 34,4 e, wate ferqa dengan ji sedî 17.8 e.