Bahçelî li ser zimanê Kurdî û Şêx Seîd axivî: ‘Em nikarin rê bidin navendîbûna Kurdî’

16-12-2023
RÛDAW
Nîşan Şêx Seîd Devlet Bahçelî Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyeyê axaftina bi Kurdî û li Amedê navê rêyekê ku navê Şêx Seîd lê hat kirin, ketine rojeva aliyên siyasî yên Tirkiyeyê.

Serokê Partiya Tevgera Neteweperest a Tirkiyeyê MHPyê Devlet Bahçelî di civîna serokên rêxistina partiya xwe yên bajaran de li dijî zimanê Kurdî û Şêx Seîd axivî.

Li ser rêya li Amedê tê çêkirin ku biryar e navê Şêx Seîd lê were kirin Bahçelî got:

“Kesekî ku pêşengiya serhildanekê kiriye wek ku qehremanek be were behskirin kevirê sebra me şikandiye. Li pêşberî dîrokê û gel dibêjim, Seîdê Xinisî xayînê welêt e.”

Derbarê zimanê Kurdî û axaftina bi Kurdî ji aliyê parlamenterên DEM Partiyê ve jî diyar kir ku ew rê nadin navendîbûna Kurdî.

Serokê MHPyê Devlet Bahçelî anî ziman:

“Li Parlementoya Tirkiyeyê axaftina bi Kurdî û rêxweşkirina ji wê yekê re, pesn û eleqeya ji bo xayînekî ye. Ziman tê wateya netewe. Zimanê xelkê Tirk û Tirkiyeyê, Tirkî ye.

Tirkiya me kevirê bingehîn ê serxwebûn û yekîtiya neteweya me ye. Li Parlementoya Tirkiyeyê ji derveyî Tirkî axaftina bi zimanekî din û ji wê yekê re çavê xwe girtin, ji bo Tirkiyeyê û biratiya me ya hezar salî xirabiya herî mezin e.

Zimanê dayikê yê her kesî cihê rêzê ye. Birayên me yên bi esil Kurd dema bi Kurdî biaxivin em pê bêzar nabin, ev dewlemendiyek e lê di bin navê zimanê dayikê fermîkirina zimanê Kurdî bi ti awayî nayê qebûlkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst