Qedexekirina konsera NÇMyê bû sedema nerazîbûnan: ‘Ewlehiya gel tenê ji bo Kurdî ye’

16-12-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) Konser Betalkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Qedexekirina konsera 32yemîn salvegera demazrandina NÇMyê bû sedema nerazîbûnan.

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) dê ji bo 32yemîn salvegera demazrandina xwe bi beşdariya çend hunermendên Kurd li Stenbolê konserek saz bikira.

NÇMyê doh li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ew konser ji aliyê Qaymeqamtiya Kuçukçekmeceya Stenbolê ve hatiye qedexekirin.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan bi van gotinan nerazîbûn nîşanî qedexekirina konsera Kurdî da:

“Dijminatiya li dijî çand û zimanê Kurdî bênavber didome!”

Nerazîbûn di nav Parlamentoya Tirkiyê de jî hebûn.

“Ew tiştê hûn dibêjin “ewlehiya gel” tenê ji bo Kurdî ye”

Serokwekîla Grûpa DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê jî got:

“Di her derfetê de grûpa desthilatê şanaziyê bi wê yekê dike ku Kurdî serbest kirine, kirine zimanê propagandayê û Kurdî bi azadî tê bikaranîn lê rastî qet ne wiha ye.

Şanoyên Kurdî qedexe ne, konserên Kurdî qedexe ne û çalakiyên salvegeran ên bi Kurdî qedexe ne lê dê ji rêzên li kêlekê bibêjin na û hemû çalakiyên bi Kurdî serbest in.

Belê ev derew û durûtî bi eşkere li holê ne. Ez ji vê derê ji Qeymeqamê Kuçukçekmeceyê dipirsim, we çima qedexe kir? Ew tiştê hûn dibêjin “ewlehiya gel” tenê ji bo Kurdî ye.”

Serokwekîla Grûpa AK Partiyê jî li hemberî rexneyên parlamenterên DEM Partiyê behsa beşek ji gavên partiya xwe yan di derbarê Kurdan de kir.

Serokwekîla Grûpa AK Partiyê Leyla Şahîn Ustayê jî li ser mijarê anî ziman:

“Ji bo wan kesên ku bi van gotinan, cudakarî û nijadperestiyê dikin tenê gotineke me heye. Hûn nikarin vî miletî ji hev bixin.

Em dê ligel welatiyên xwe yên Kurd û Tirk bê cudakarî li ser jiyana biratî û yekîtiya li vî welatî berdewam bin.

Yên ku heta niha herî zêde wekheviya derfetan pêkanîne em in. Yên ku nêwekheviya derfetan dixwazin û ji bo vê yekê hewl didin ew alî ne ku pişeîvaniya terorîzmê dikin.”

Navenda Çandê ya Mezopotamyayê sala 1991ê bi pêşengiya rewşenbîr, nivîskar û kesayetên Kurd li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê hatiye avakirin.

Ji wê demê ve çalakî, konser şano û xebatan derbarê çand û zimanê Kurdî de saz dike lê van salên dawî piraniya caran çalakiyên navêndê bi hincetên cuda ji aliyê rayedar û berpirsên Tirkiyeyê ve tên qedexekirin.

Herî dawî 17ê Hezîranê çalakiya navendê ya bi navê “Çîrokên Xorasanê” ji aliyê Qaymeqamtiya Fatîha Stenbolê ve hatibû qedexekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst