Li Stenbolê kirêya xaniyan li gor sala borî %212 zêde bûye

16-12-2022
Zînê Cahîde Akgul
Li Stenbolê kirêya xaniyan li gor sala borî %212 zêde bûye
Li Stenbolê kirêya xaniyan li gor sala borî %212 zêde bûye
Nîşan Stenbol Kirê Xanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê nirxê xaniyan jî zêde bûye û bazar sist bûye. Ofîsên kirîn û firotina xaniyan li Stenbolê kirêya nû ya xaniyan li ser camên xwe nivîsîne. Nirxê niha li gorî çend mehên derbasbûyî du qatan zêde bûne û bûye li gor sala borî jî %212an zêde bûye.

Nîşteciheke parêzgehê dibêje xwediyê xaniyê wê daxwaza valakirina xanî lê kiriye, ji ber ku dixwaze avahiyê hilweşîne. Lê gelek kirêcî dibêjin, ev tev hincet in ji bo wan ji xaniyan derxin û kirê zêde bikin. Jixwe bi van nirxên niha kirîna xaniyan jî bûye xeyal.

Nîşteciheke parêzgehê dibêje xwediyê xaniyê wê daxwaza valakirina xanî jê kiriye, ji ber ku dê avahî bê xirakirin.

Kirêdar Hatice Erdal got, “Min carekê xaniyek dît bi 10 hezaran, yekî din bi 12 hezaran bû. Ez nikarim hewqasî kirê bidim. Deynê min ê krêdiyê heye. Di rewşeke zehmet de dijîm. Ez gelekî xemgînim, ma qey ez biçim ku derê. Eger hewa germbûya, min dê kon veda.”

Li gor amarên fermî li Stenbolê li gor sala borî kirêya xaniyan %212 zêde bûye ku li seranserê Tirkiyê ev rêje %190 e.

Firoşkarê xanûberan amaje bi wê yekê dike ku xwediyê xaniyan ji ber zêdebûna enflasyonê neçar dimînin kirê zêde bikin daku bikaribin debara jiyana xwe bikin.

Firoşkarê Xanûberan Kenan Altinay anî ziman, “Ev cara yekem e ku kirêya xaniyan evqasî zêde dibe. Her sal %20 heta 25 zêde dibû, lê îsal %200 zêde bûye. Li parêzgehê welatiyên biyanî jî zêde bûne lê xanî têr nakin. Ji ber enflasyona zêde xwediyê xaniyan jî neçar dimînin bihayê xaniyên xwe zêde bikin.”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna kirêya xaniyan destpêka îsal hikûmetê rêjeya zêdebûnê bi rêjeya %25 sînordar kir. Lê parêzera xanûberan dibêje ji ber ev zêdebûn têr nake, xwediyê xaniyan bi sedemên cûda daxwaza valakirina xaniyên xwe dikin û ev jî dibe sedema nerazîbûnê.

Parêzera Xanûberan Idil Bora got, “Dema kirêdar û xwediyê xanî li ser nirx lihev nakin proseya valakirina xanî destpê dike. Karê Dadwerên Cezayê gelekî zêde ye û bo rûniştina dozê 5 heta 10 meh mohlet tê dayîn. Ev dema dadgehê dirêj berdewam dibe û her du alî ji zerarê dibînin.”

Li gor amarên Saziya Îstatîstîkî ya Tirkiyê rêjeya enflasyonê ya Mijdara 2022ê %84 derbas kiriye û di 11 mehên destpêka 2022ê de  li gor sala borî firotina xaniyan bo biyaniyan %20.4 zêde bûye û herî zêde jî yên kirîne Rûsî ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst