Karvedanên li ser biryara cezakirina Ekrem Îmamoglu berdewam in

16-12-2022
RÛDAW
Karvedanên li ser biryara cezakirina Ekrem Îmamoglu berdewam in
Karvedanên li ser biryara cezakirina Ekrem Îmamoglu berdewam in
Nîşan Ekrem Îmamoglu Karvedan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara di derbarê Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû de li wî bajarî bi mitîngeke girseyî hate protestokirin. Serokên 6 partiyên opozisyonê di axavtinên xwe de amaje bi dadwerî û wekheviyê kirin. Li ber avahiya şaredariyê bi deh hezaran kes kom bûn û piştgiriya Îmamoglû kirin.

Li gorî gelek şîrovegerên siyasî, ev yek dihêle ku Îmamoglû di nava berbijêrên serokkomariyê de zêdetir derkeve pêş û sûdê bide wî.

Rojek piştî cezakirina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû ye. Derdora Şaredariya Stenbolê qelebalixeke mehşerî mişt e û bi seatan e xelk li bendê ye ku mitîng dest pê bike. Piştgiriya ji bo Ekrem Îmamoglû her ku diçe xurt dibe û bandora biryara dadgehê bo hilbijartinên 2023an rêya wî xweş dike.

Cîgirê Serokê CHP Sait Torûn li ser biryara dadgeha ya derbarê Ekrem Îmamoglu de got, “Helbet vê biryarê wê maseya şeş qolî bide. Ji xwe ew mase dinirxîne û wê biryarekê bidin. Helbet ew biryar neheq e û bê hiqûq e lê maseya şeş qolî jî xurttir dike. Hemû kesên ku li heq û hiqûqê digerin ewê piştgiriya vê maseyê bikin û guhê xwe bidin vê îradeyê.”

Piştî ku dadgehê İmamoglû bi 2 sal û 7 meh û 15 rojan cez kir û qedexeya siyasetê danî, rojeva Tirkiye ji nişkê ve guherî. Li seranserî welêt mijara herkesî ev e. serokên 6 partiyên opozisyonê jî  bi heman hincetê li Stenbolê ne û biryara ku hatiye dayîn di asta herî bilind de tê şermezarkirin. Bes tenê Alî Babacan amaje pê dike ku neheqî li Demîrtaş jî hatiye kirin û behsa Kurdan dike.

Kamber Harko got, “Ew biryar biryareke siyasî ye. Ew ne biryara vî gelî ye. Gel ew serok hilbijart û tenê ew deng dikarin wî bibin. Edalet vê yekê pewîst dibîne.”

Celal Kanbay li ser li biryara dadger got, “Dadwerî bi temamî ji holê rabû. Ji ber ku dibên dadgeh û dadwer û hew lê bixwe dikevin şûna dadweran. Givaş li dadgehê kirin û neheqiyeke mezin li mêrik kirin.”

Kemal Dogru anî ziman, “Wezîrê Navxwe şanogeriyê dike. Tiştekî din ê gotinê nîn e. Ew desthilat şanoyekê dilîze. Ji şano pê ve ne tiştek e.”

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglû bi hinceta ku bêrêzî li karmendên dewletê kiriye hat cezakirin û xetereya danîna qeyûm bo şaredariyê her ku diçe bêhtir dikeve rojevê. Herwiha li gor nêrînekê bo ku Îmamoglû nebe berbijêrê serokomariyê egeriya girtina wî jî li holê ye. Li hêla din jî piştgirî bo wî careke din li seranserî welêt belav dibe bo 2023an.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst