Li Tirkiye kuştina jinan gihîşte asteke matirsîdar

16-12-2019
Rawîn Stêrk
Rawîn Stêrk
Li Tirkiye jiyan her ku diçe li jinan teng dibe
Li Tirkiye jiyan her ku diçe li jinan teng dibe
Nîşan Platforma Em Dê Kuştina Jinan ‎Rawestînin Tirkiye
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) - Li Tirkiye ti bergirî û astengî nînin ku dawî li kuştina jinan bê. Li gorî amarên ku têne ragihandin asta kuştina jinan li vî welatî gihîştiye qonaxeke metirsîdar. Li gorî raporan di 11 mehên 2019an de 430 jin ji alî mêran ve hatine kuştin.

Li gorî nexşeyeke ku Neteweyên Yekbûyî amade kiriye, li Tirkiye ti cihek nîne ku ji bo jinan ewle be. Li Tirkiye jiyan her ku diçe li jinan teng dibe.

Li gor nexşeya ji hêla Yekeya Jinan a Neteweyên Yekgirtî ve hatiye amadekirin ku cihên ji bo jinan ne bi ewlebin, li gorî serlêdanên jinan nîşan dide,  li Tirikye hîç gavek jî nîne ku ji bo jinan ewle be. Herî dawîn kuştina Ceren Ozdemîr a balerîn li bajarê Orduyê careke din rojeva Tirkiye bi kuştina jinan dihêjîne.

Sazî û dezgehên jinan nîgeran in, ji ber ku hejmar her ku diçe zêde dibe û qanûn û yasa û dêwendamiya dewletê têrî rêgirê nabe.

Derbarê mijarê de Çalakvan Şule Perînçek ji Rûdawê got: “Tirkiye di vê mijarê de li cihekî taybet nîne. Li tevahiya cîhanê rewş xirab e, lê li Tirkiye piçekî din xirab e. Mijar tenê bi dadgeh û cezakirinê çareser nabe. Divê em tenê ne li ser kuştinan lê li ser sedemên wê bisekinin. Zimanê medyayê kuştina jinan teşvîk dike. Qanûn ne kêm in, lê birêxistinbûna civakê kêm e. Rêvberiyên herêmî di vê mijarê de hesas nînin. Desthilateke ku di berjewendiya jinan de xwedî raman be pêwîst e.”

Li gorî pisporan di kuştina jinan de ku rêje ewqasî zêde ye, pêşî têgihîştina civakî ye. Rewşa aborî, zimanê siyasetê, nêzikahiya medyayê, perwerdehî û qerekterê sîstemê yê mêranê sedemên sereke ne. Di encamê de jî ji sala 2010an vir ve li Tirkiye hezar û 964 jin hatine kuştin. Bajarên ku herî zêde jin lê têne kuştin Stenbol, Îzmîr, Enqere û Antalya ye. Dîsa li gor saziyên jinan, dewlet erkên xwe bi cî nîn e ku rêgirî li kuştina jinan bê kirin.”

Ji Platforma Emê Kuştina Jinan Rawestînin Ayşe Ece Kavas jî dibêje: “Bi salan e em tişta pêwîst dibêjin. Di serî de divê polîtîkayên rêgiriya li ber şîddetê bêne danîn. Ya din divê wekhevî di nava mêr û jinan de bê danîn. Pê re divê behaneyên di mekanîzmayên dadweriyê de ji holê rabin. Ya din divê jin li her qadê bêhtir bê bihêzkirin. Tirkiye divê peymanên ku îmzekirine bi cî bîne. Serokomar rejeya kuştina jinan weke îstîstan bi nav dike. Ev civak vê yekê qebûl nake.”

Li gorî daneyan li Tirkiye temamê jinan qe nebe carekê rastî tundiyê hatine. Bi deh hezaran jin di bin gefa kuştinê de dijîn. Tevî ku ew serî li dezgehên fermî didin, yan tedbîrên pêwîst nayên stendin, yan dadgeh di berjewendiya mêran de biryaran didin. Ew jî rewşê girantir dike.

Welatiya ni navê Ayten jî wiha axivî: “Ez niha xwe di nava ewlehiyê de hîs nakim. Tirkiye hatiye asteke wisa, ne ji bo jinan, ne ji bo zarokan ne jî ji bo sewalan ewlehî nîn e. Em ditirsin ku bi şev derkevin derve. Ez gelekî bi ber xwe dikevim. Rewş gelekî bi êş e.”

Nazli Turu jî got: “Her êvar em di televizyonan da rastî kuştineke nû ya jinan tên. Bi rastî weke civak gelekî vijdanê me birîndar dike. Ez bang li wezareta malbat û polîtîkayên civakî dikim ji kerema xwe bila bêhtir kar bikin.”

Li gorî daneyên saziyên jinan di 11 mehên 2019an de 430 jin hatine kuştin. Di meha 11an de hejmar bûye 39. Bêyî kuştinê, destdirêjî, îstismar û şîddeta li ser jinan jî bûye bîreke bê binî. Rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê piçekî siviktir e ji ya bajarên Tirkiye lê ew nayê wê wateyê ku li jin li van bajaran jî azad û bi ewlebin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst