Elîko: Şoreş bidawî nebûye

 Endamê Encûmena Siyasî yê Opîzîsyona Sûriyê Fuat Elîko diyar kir, ku bi kontrolkirina Helebê ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve, nayê wê wateyê ku “şoreş” bidawî bûye.

 

Di demeke ku penaberên Sûriyeyî hêviya bidawî bûna şerê li welatê xwe dikin, li Helebê jî operasyonek dest pê kiriye û trajediyeke din ya mirovî tê jiyankirin. Pirga giring ev e; gelo operasyona li Helebê dê bibe çareseriyek ji bo xelkê Sûriyê?

 

Endamê Encûmena Siyasî yê Opîzîsyona Sûriyê Fuat Elîko dibêje bi vê operasyona dawî ya rejîmê li Helebê rewş gelekî nebaş bûye ku li bajêr ne av û elektrîk û ne jî derfetên jiyanê nemane. Elîko diyar dike, ku ew jî xelkê Sûriyê jî razî nabin Helebê ji aliyê rejîmê ve bê kontrolkirin.

 

Fuat Elîko derbarê vê mijarê de ji Rûdawê re got; “Em dikarin bêjin, serdemek bû û rejîm tê de bi ser ket. Lê nayê wê wateyê ku şoreş bi dawî hat. Yan jî ji bo çareseriyekê li gorî xwe, rejîm û Îran û Rûsya şertên xwe li ser şoreşê ferz bikin. Bi baweriya min, heta çareseriyeke ku gelê Sûriyê razî dibe pêk bê, dê ev rewş berdewam bibe."

 

Herwiha li ser rewşa Helebê li Navenda Siyaset, Aborî, Lêkonînên Civakî, SETAyê panelek hate lidarxistin.

 

Stratejîst Hasan Basrî Yalçin di panelê de bal kişande ser bandora kontrolkirina Helebê ya li ser hevsengiya hêzên li herêmê û da zanîn ku operasyona Helebê dê bibe cihê bazar û lihevkirinên nû di navbera wan dewletan de ku li herêmê hêza wan xurt e.

 

Hasan Basrî Yalçin got; “Bi destxistina Helebê ji aliyê Rûsya, Îran û rejîmê ve, dê Amerîkayê jî bixe tevgerê. Ji ber ku gava Heleb di destê muxalîfan de bû, li jor PYD, li aliyekî Tirkiye û muxalîf û li aliyê din jî rejîm hebû.  Komên cihê, li ser herêmên cuda bi hev ketibûn û Amerîka rehet bû.  Niha xeta Rûsya, Îran û Esed gelekî xurt bû. Yanî em dikarin bêjin Rûsya bû xwedî gotin li ser pêşeroja hemû Sûriyê."

 

Çaverê ye ku operasyona li Helebê rê li ber hatina 80 hezar penaberan ya bo Tirkiyê veke ku niha nêzîkî 3 mîlyon penaber li Tirkiyê heye.

 

Hêviya penaberên Sûriyê ew e ku welatê wan aram bibe û ew vegerin ser axa xwe. Lê belê ew û axa wan li ser maseya dewletên cîhanî cihê bazarê ye û her dewletek dixwaze zêdetir xwedî rol be.