HEDEP: Em li bajarên Tirkiyeyê ji hevpeymaniyan re vekirî ne

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HEDEPê ragihand ku ew dê di hilbijartinên şaredariyan de li deverên ku yekem û duyem derketine berbijêrên xwe nîşan bidin.

Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Tulay Hatîmogullari li bajarê Edeneyê yê Tirkiyeyê li ser hilbijartinên xwecihî yên Adara 2024an û pêkanîna hevpeymaniyan axivî.

Tulay Hatîmogullariyê ragihand ku ew dê di hilbijartinên şaredariyan de li deverên ku yekem û duyem derketine bi berbijêrên xwe beşdarî hilbijartinan bibin û got:

“Em li bajarên rojava yên Tirkiyeyê jî ji hevpeymaniyan re vekirî ne.”

“Em dê ji destê qeyûman derxin”

Tulay Hatîmogullariyê bal kişand ser qeyûman ku ev 2 serdem in li ser şaredariyên HDPyê tên danîn û got:

“Qeyûm li vî welatî êdî bûne rejîmek. Danîna qeyûman a ser şaredariyan tê wateya jê standina mafê bijartin û hilbijartinê yê welatiyan.

Em dê şaredariyên ku me bi ferqekî kêm winda kirine qezenc bikin û şaredariyên ku hatine bidestxistin jî careke din ji destê qeyûman derxin.”

Hevseroka HEDEPê bi bîr xist ku wan di hilbijartinên xwecihî yên sala 2019an û di hilbijartinên Gulana îsal de jî piştevaniya berbijêrên CHPyê kirine lê dema hevserok, şaredar, parlamenter û endamên encûmena şaredariyên partiya wan dihatin desteserkirin, CHPê piştgirî nedaye wan û li ser vê yekê jî rexne li wê partiyê girtin.

Tulay Hatîmogullariyê di berdewama axaftina xwe de nerazîbûna xwe ya li hemberî berdana Ogun Samastî kujerê Hrant Dînk nîşan da û anî ziman:

“Me ew kevok (Hrant Dînk) ku rojnamegerek bû ku bi tirsa kevekokê dijiya neparast. Ji ber vê yekê wîjdana me hemûyan nerehet e û aciz e.

Em bi hezaran caran ji Dînk, malbata wî û civaka Ermen daxwaza lêborînê dikin.”