Biryara parastinê ji bo Jiyan Tosun hat dayîn

16-11-2022
RÛDAW
Nîşan Jiyan Tosun Teqîna Îstiklalê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzer Jiyan Tosun a ku piştî teqîna li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve hedef hatibû armanckirin û gefên kuştinê lê hatibûne xwarin, îro ji bo wê biryara parastinê hat dayîn.

Parlamentera HDPê Zuleyha Gulum, têkildarî armanckirina Jiyan Tosun di hevdîtinên butçeyê yên Wezareta Dadê de ji Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag pirsî, “Parêzer Jiyan Tosun ji aliyê Adem Taşkaya ve bi nûçeyên derew hat armanckirin. Piştre agahiyên wê û merivên wê di gelek malperan de hatin parvekirin û ne ewlehiya jiyana wê, ne jî ya merivên wê maye. Di vî warî de çi tedbîr hatine girtin, ewlekariya wê dê çawa were misogerkirin?”

Bozdag bersiva Gulumê da û diyar kir ku Tosun êvara Yekşemê di demjimêr 22:30an de hat Dadgeha Kuçukçekmeceyê û diyar kir ku piştî Taşkaya ew wek hedef nîşan da ew û malbata wê rastî gefan hatine û Tosun derbarê mijarê de gilî kiriye.

Bozdag her wiha anî ziman, “Piştî ku diyar bû ti peywendiya wê bi bûyera terorê re nîne, biryara parastina ewlehiya canê wê hat dayîn û gilîkar û parêzerê wê bi rêya tîmên polîsan hatine birin Rêveberiya Polîsan a Avcilarê û îfadeya wê hat girtin.”

Parêzer Jiyan Tosun a ku piştî teqîna li Kolana Îstiklalê ya Stenbolê ji aliyê Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Zaferê Adem Taşkaya ve hedef hatibû armanckirin û gefên kuştinê lê hatibûne xwarin ji bo parastina ewlehiya canê xwe serî li dozgeriyê dabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst