Rûdaw xwe gihand wê mala ku Ehlam Elbeşîr lê hat girtin

16-11-2022
Omer Sonmez
Malbata Efrînî cara ewil bo Rûdawê axivî û behsa wê şeve kir
Malbata Efrînî cara ewil bo Rûdawê axivî û behsa wê şeve kir
Nîşan Teqîna Îstiklalê Ehlam Elbeşîr Malbata Efrînî
A+ A-

Stenbol (Rûdaw) – Tîma Rûdawê ya li Stenbolê karî xwe bigihîne mala ku gumanbara teqîna Îstiklalê Ehlam Elbeşîr lê hat girtin û çend zanyariyên taybet bidest xist.

Karvedanên teqîna Îstiklalê ya Stenbolê berdewam dikin. Derbarê teqîna ku di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bibûn hûrgiliyên nû derdikevin holê.  Li gorî Wezîrê Dadê yê Tirkiyê, hejmara wan kesên bi tohmeta teqîna Îstiklalê hatine desteserkirin gehiştiye 50 kesan. Wezîrê Navxweyî yê wî welatî jî gotibû ku gumanbar welatiya Sûrî ye û ji Efrînê hatiye Stenbolê. Li aliyê din, Rûdaw xwe gihande wê mala ku Ehlam Elbeşîr hat girtin. Li wê malê malbateke Kurd a ji Efrînê dijîn. Li gorî gotina wan, piştî ku teqîn çêdibe bi şev, cînarên wan ên berê wê jinikê wek mêvan tînin mala wan. Niha ji malbata Efrînî 4 kes hatine desteserkirin. Li gorî malbata penaber a Kurd, komployeke hatiye sere wan û haya wan ji tu tiştekê tune ye.

Emîne Hesoya penabera Kurd a ji Efrînê ligel malbata, ev 8 sal in ku li taxa Kanarya a ser bi navçeya Küçükçekmece a Stenbolê, li apartmanekê niştecih in. Lê saet yekê şeva 14ê Mijdarê, piştî teqîna kolana Îstiklalê, jiyana wan serûbin dibe û hêzên ewlekariya Stenbolê bi operasyoneke taybet davêjin ser mala wan. Lewra gumanbara teqîna Stenbolê Ehlam Elbeşîr, piştî ku ji Taksimê dibin navçeya Esenlerê, ji mala wê ya Esenlerê bo vê malê tê anîn.

Gumanbar Ehlam Elbeşîra ku wek berpirsa teqîna Stenbolê tê dîtin, piştî teqînê saet 12ê şevê bo vê mala malbata Kurd a Efrinî tê anîn û polîs jinikê li vê derê desteser dike. Li dû Elbeşîr hin eşyayên wê dimînin. Polîs beşek eşyayên wê yên şexsî li malê dihêlin.

Penabera Efrînî Emîne Heso dibêje: “Ez Emîne Heso me. Ev 8 sal in em li vir in (di kirê de ne). Em hatine ketine vê xaniyê û jê derneketine. Cînarên me yên berê Xetîce û kurê wê Ehmed beriya 2 salan ji vir bar kirin. Car caran em bi ser hev de diçûn û dihatin. Ew berê li apartmana me, li qata duduyan rûdiniştin. Wê şeve, (14ê Mijdarê) Xetîce bi wê keçikê (gumanbar Ehlam Elbeşîr) re hat mala me. Min got xêr e, Xetîce got, ‘ev mêvana me ye, sibê diçe Ewropa.’ Hatin rûniştin, min jî ji wan re çay çêkir. Keçik çay vexwar, got ez cemidî me. Pantolonek pê re hebû, ya eskerî bû. Jinik got ez ji Helebê me. Guhar li ber poz û çeneya wê hebû. Ew yeka reş bû. Min jê re got, tu naşibihî Sûriyan. Got ez ji Sûrî me. Min got tu dê herî Ewropa çi bikî? Wê got, kesê min tune, mêrê min rehmet kiriye, xwişkek min jî li Sûriyê ye. Ez dê biçim Ewropa.”

Li gorî ku Emîne Heso û kurê wê Mehmûd dibêjin, Ehlam Elbeşîr di saet 12ê şevê de ji aliyê cînarên wan ên berê yên Ereb ve wek mêvan bo mala wan tê anîn. Heta wê saetê jî ji ber tunebûna televizyon û înternetê haya wan ji teqîna Îstiklalê tune ye. Li gorî malbatê komployeke hatiye sere wan û haya wan ji tu tiştekê tune ye.

Emîne Heso çav bi girî, di paşla wê de pitika wê ya 40 rojî Nîsa; hêvî dike ku hevjîna wê û 3 xizmên wan ên din demildest bên berdan.

Emîne Heso herwiha got: “Wê şevê zilamê min (Zekeriya Heso) ji kar hat malê. Pirsa jinikê kir û got, ‘ev jinik kê ye we aniye vir, bibin wê serê me pê re biêşê.’ Jixwe piştre polis avêtin ser malê. Ew (polis) pir li me dan. Li me hemûyan xistin. Pismamê min cem me bû, feqîro ji İslahiyê hatibû li vir dixebitî. Ew girtin birin. Kurê hevala min hatibû malê dermanê xwe bibira, ew jî girtin. Wekî din pismamek me yê din û zilamê min girtin birin. Yanê tu eleqeya me bi vê îşê tune ye. Em nas nakin ew kê ne, çi ne.”

Ev jî Mehmûd Hesoyê 16 salî ye. Ew jî wê şevê dibe şahidê bûyerên nexweş. Mehmûd dibêje, dema ku polis avêtin ser malê Ehlam Elbeşîr xwest xwe ji vê balkonê bavêje xwarê, lê polis wê bi saxî girtin.

Penaberê Efrînî Mehmûd Heso jî got: “Ez li dikana çanteyan dixebitim. Bavê min jî li marketê dixebitî. Dema ku polis li derî xistin, ew jinik (gumanbar) hîs kir ku polis in, cama balkonê şikand û xwest xwe bavêje. Bavê min ji polîsan re derî vedike. Ji polîsan re dibêje, wa jinik li vir e. Dûre polis baz didin keçikê digrin.”

Cînarê berê yê malbata Kurd Ehmed û kesê ku gumanbar bi otomobîla xwe ji Esenlerê dibe Kuçukçekmeceyê tên desteserkirin.

Der û cînarên malbata Efrînî jî didin zanîn ku ew tu carî jina bi navê Ehlam Elbeşîr li taxê nedîtine. Cînar dibêjin, ew malbata Efrînî nas dikin û heta niha tu zirar û ziyaneke wan negihiştiye kesî.

Cînara malbata Efrînî Gulistan jî got: “Ev 10 sal in ez li vê derê me û ez zarokên xwe tim ji vir dibim û tînim. Min tu car wê jinikê (Ehlam Elbeşîr) neditiye. Lewra gelek cînarên me yên Sûrî hene. Ger li vir rûniştiya me yê rojek bidîta.”

Esnafê taxa Kanaryayê Şahin jî dibêje: “Ew (malbata Heso ya Efrînî) malbatek baş in. Ez jî mam şaş mam. Nexwe ne ew meriv in ku bi bombe û gumanbar re eleqeya wan hebe yanê.”

Li aliyê din derbarê teqîna li ser kolana Îstiklalê ya Stenbolê de, ku di encamê de 6 kesan canê xwe ji dest dabûn û 81 kes jî birîndar bibûn hûrgiliyên nû derdikevin holê. Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag daxuyakirin ku, hejmara wan kesên bi tohmeta teqîna Îstiklalê hatine desteserkirin gehiştiye 50 kesan.

Li aliyê din, derket holê telefona ku li ser navê Mehmet Emîn Îlhanê serokê MHPê yê Navçeya Basanê ya Şirnexê qeydkirî ye, peywendî bi Ahlam Albashir re hatiye danîn. Li ser vê îfadeya Mehmet Emîn Îlhan li Midûriyeta Ewlekariyê tê girtin. Lêpirsîna derbarê teqîna li ser kolana Îstiklalê ya Stenbolê de ji aliyê 10 serdozgeran ve berdewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst