Li Bursayê ji ber alkola sexte 4 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, hejmara kesên ji ber alkola sexte canê xwe ji dest dane gihişte 4 kesan.

Li navçeya Yildirimê ser bi parêzgeha Bursayê ya Tirkiyê, 14 kes ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketin û di encam de doh 15ê Mijdarê 3 kesan û îro 16ê Mijdarê jî kesekî canê xwe ji dest dan.

Li navçeya Yildirimê Şakir Çelik, Erol Oktay, Fuat Î., Kamil Cihat Î. û Necip C. piştî ku alkola sexte vexwarin bi jehrî ketin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bursayê hatin veguhestin. Ji 5 kesan Şakir Çelik û Erol Oktay doh 15ê Mijdarê tevî midaxeleyên li nexweşxaneyê canê xwe jidest dan.

Piştre di nav de Murat K., Bulent D., Fatih U., Ramazan Ç., û welatiyê Sûrî Basem M. jî bi tevahî 9 kesên din ji ber vexwarina alkola sexte bi jehrî ketin û bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Bursayê hatin veguhestin.

Dermankirina 12 kesan li nexweşxaneyê berdewam kir û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin. Lê doh Necip C. jî canê xwe jidest da û îro 16ê Mijdarê Fuat Î. yê ku tê gotin ligel R.A. alkola sexte firotine canê xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji 10 kesên li nexweşxanayê tên dermankirin rewşa 3an giran e.

Welatiyê bi navê R.A. doh 15ê Mijdarê bi hinceta çêkirina alkola sexte hatibû girtin û bo girtîgehê hatibû şandin. Li Tirkiyê di meha Kanûna 2021ê de jî li çend parêzgehên cuda ji ber alkola sexte 84 kesan canê xwe ji dest dabûn.