Gefên Umît Ozdag ên li dijî Rûdawê nerazîbûn li pey xwe anîn

Hewlêr (Rûdaw) – Gefên Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag ên li dijî Tora Medyayî ya Rûdawê nerazîbûna rêxistin û saziyan li pey xwe anî.

Rojek piştî teqîna li Caddeya Îstîkal a Stenbolê û peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê  Omer Sonmez derbarê teqînê de pirsekê ji Serokê Partîya Zafer Umît Ozdag dike lê Ozdag bi vî awayî bersiva Omer Sonmez da û gef li Rûdawê xwarin.

Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag got, “Di desthilata Partiya Zaferê de Rûdaw nikare bikeve di nav sînorên Tirkiyê de. Ji ber ku dabeşker e û xizmeta dabeşbûna Tirkiyê dike.”

Hinek kesên ligel Umît Ozdag jî Rûdaw bi  kanala PKKê tohmetbar kirin  û li cihê teqînê  peymanêrê  Rûdawê rûbirûyî egera êrîşeke nijadperestî hiştin. Ev di demekê de ye Rûdaw gelek caran ji ber karên xwe yên  medyayî rûbirûyî êrîş û gefên aliyên nêzîkî wê rêxistinê  bûye.  Omer Sonmez  behsa, diyaloga xwe ya ligel Serokê Partiya Zafer û zehmetiya rojnamegeriya Kurdî li Tirkiyê  dike.

Peyamnêrê Rûdawê yê Stenbolê Omer Sonmez got, “Umit Ozdag ligel rêveber û endamên partiya xwe tê serdana vê derê dike. Min jî yekser mîkrofona xwe dirêj kir û pirsa Jiyan Tosun min lê kir, min dît gelekî aciz bû, min dubare pirsî. Min got hûn ê wî kesî ji partiya xwe îxrac bikin yan na? Li min zivirî bêyî ku bersiva min bide, got ev kîjan kanal e û bêyî ku ez bersiv bidim kesên derdorê gotin ev kanala PKKê ye, wê demê zivirî û got em ê we qedexe bikin. Min got bo çi, ji bo ku em bi Kurdî weşanê dikin? Got na, ji ber ku hûn dabeşkar in, cudaxwaz in. Li ser vê yekê bi rastî ez jî kameramanê min Faruk Uysal jî hindik mabû em bihatana lînçkirin, lewra li Tirkiyê kultura lînçê, kultura tundûtûjiyê di demên dawî de gelekî zêde bûne. Bûyerên bi vî rengî têne serê rojnamegeran jî. ”

Helwêsta Umît Ozdag ya li beramber Rûdawê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bû sedema karvedanan û beşek ji sazî, rêxistinên medyayî û kesayetên siyasî nerazîbûn nîşandan. Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Gokhan Durmuş derbarê gefên serokê Partiya Zafer de ji Rûdawê re axivî.

Serokê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyê Gokhan Durmuş anî ziman, “Rûdaw saziyeke medyayî ye ku li Tirkiyê bi awayek yasayî kar dike. Li vir hem bi peyamnêrên xwe û hem jî bi edîtorên xwe, rojeva Tirkiyê dişopîne û dike nûçe. Ez bi tundî helwêsta Umît Ozdag a li dijî vê saziya ku di sînorê azadiya ragihandinê de karê xwe dike, şermezar dikim.”

Ev gefên li Tirkiyê li ser Tora Medyayî ya Rûdawê di demekê de ne  li gor raporeke Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê ji Cotmeha îsal û şûnde 88 rojnamavanên ku piraniya wan Kurd in ji ber karê xwe hatine girtin û zîndanîkirin.